Li Oldenburgê çalakiya piştgiriya Şengalê

Ne tinê li Şengalê li Elmanyayê jî çalakiya konê nobedê heye. Çalakiya konê nobetê dûh li bajarê Oldenburgê destpêkir

Çalakî bi pêşengiya SMJÊ, NAV-YEK, MŞD, HCÊ,Hevbendiya Êzdîyên Suriyê, Navenda Çanda Êzîdxan, Kordinasiyona Gundên Bakurê Kurdistan ve tê birêve birin. Armanca konê nobedê jî piştgiriya asayîşa Êzidxanê û dijî peymana 9’ê Cotmehê ye. Çalakî ji bo 3 rojan destpêkiriye.

Çalakî dûh bi pêşengtiya Sîwana Meclisa Jinên Êzîdî Kordinasyona Civaka Êzdî li navenda bajarê Oldenbûrgê li Lange Straße destpê kir. Çalakiya konê nobedê heta 27’ê Sibatê dom bike. Çalakî wê sibê bi meşeke ya bi dirûşma ‘Xweseriya Şengalê mîsogeriya parastin û ewlehiya me ye, Na ji fermanên li ser Êzidiyan re’ bi dawî bibe.

Dûh çalakiyê bi deqeyek rêzgirtina ji bo cangoriyên Fermana 73’an destpê kir. Di çarçoveya pandemiyê de çalakî hate kirin. Di çalakiyê de alên YBŞ, YJŞ û saziyên civaka me hatin hildan û dirûşmên ‘Bijî Berxwedana Şengal’ û ‘Bijî Asayîşa Êzidxanê’ hatin berz kirin.

Li ser navê SMJÊ, Kordinasyona Civaka Êzîdî, NAV-YEK, Meclîsa Şengalê ya derveyî welat û MLPD têkildarî peymana Bexda-PDK’ê ya li ser Şengalê û civaka me axaftin hatin kirin. Di axaftinan de hate gotin ku mîsogeriya jiyana azad û aram a Şengalê bi YBŞ û YJŞ’ê û dîsa qebûlkirina hikûmeta Iraqê ya xweseriya Şengalê pêkan e.

Çalakî îro jî li Înfostand saet navbera 13:00-15:00’an hate pêkanîn. Tê payîn ku çalakî sibê li Schlobplatz saet 2:00’an de bi dawî bibe.

ÇAVKANÎ: OLDENBURG-ELMANYA-ANF

Show More
Back to top button