Îsraîlê agirbesta li Lubnanê qebûl kir
Meclisa Wezîran a Ewlekariyê ya Îsraîlê peymana agirbesta li Lubnanê qebûl kir.
![](http://cira.fm/wp-content/uploads/2024/11/image_870x_67462324645d3-750x430-ilk.jpg)
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahû ragihand ku Meclisa Wezîran a Biçûk peymana agirbesta li Lubnanê qebûl kir.
Netanyahû diyar kir ku eger Hizbullah agirbestê bin pê bike dê Îsraîl bersiveke giran bide û got, “Armanc ji agirbestê girîngî dayîna gefa Îranê, aktîfkirina artêşa Îsraîlê, dûrxistina Hemasê û cudakirina qadên leşkerî ye.”
Li gorî Ruetersˋê, tê çaverêkirin ku sibe agirbest bikeve meriyetê.