Cenazeyê Şehîd Rojger Hêlîn li Hezexê hat veşartin

Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Rojger Hêlîn (Alî Orek) ku yek ji du gerîlayên di 23’yê Cotmehê de li dijî TÛSAŞ’ê çalakî pêk anî bû, piştî 31 rojan radestî malbatê hat kirin û li Hezexê hat veşartin.

Cenazeyê Şehîd Rojger Hêlîn 31 roj piştî çalakiya TÛSAŞ’ê radestî malbata wî hate kirin. Malbatê cenaze wergirt û di saetên sibehê de anîn navçeya Hezex a Şirnexê.

Cenazeyê Rojger Hêlîn danê sibehê li Goristana Şêx Hesen a li navenda Hezexê hat veşartin.

Show More
Back to top button