Li Rêber Ocalan 6 mehên din hevdîtina bi parêzeran re hat qedexekirin

Li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 6 mehên din hevdîtina bi parêzeran re hate qedexekirin. Buroya Hiqûqê ya Sedsalê dê li dijî biryarê serî li Dadgeha Destûrê ya dewleta Tirk bide.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, li Rêber Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim 6 mehên din hevdîtina bi parêzeran re hatiye qedexekirin.

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ku ji bo bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bînin serî li Dadgeriya Înfazê ya 2’yemîn a Bursayê dan, diyar kir ku di 6’ê Mijdarê de li muwekilê wan 6 meh cezayê qedexeya hevdîtinê ya nû hatiye birîn. Der barê sedema qedexeyê de agahî ji parêzeran re nehat dayîn.

Îtîraza biryarê ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a Bursayê ve hat redkirin. Parêzer dê li dijî biryara qedexeyê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn bidin.

Show More
Back to top button