Li Japonya bi pileya 6,2 erd hejiya
Navenda Lêkolînên Jeolojîk a Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê ragihand ku li Japonyayê bi pileya 6.2 erdhej pêk hat. Derbarê windahî û ziyana mal de agahî nehatine belavkirin.
Li Japonyayê bi pileya 6,2 erdhejek pêk hat. Di daxuyaniya Navenda Lêkolînên Jeolojîk a Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) de hat ragihandin ku li peravên girava Yakuşîma ya eyaleta Kagoşîmayê bi pileya 6,2 erdhej pêk hatiye.
Hat destnîşankirin ku erdhej 151 kîlometre li rojhilatê giravê pêk hatiye. Erdheja ku kûrahiya wê 10 kîlometre hat pîvandin, hîna hişyariya tsunamiyê nehatiye dayîn. Derbarê windahî û ziyanên mal û can de agahî nehatine belavkirin.