‘Hîna nêzî 3 hezar Êzidî nehatine rizgarkirin’

Berpirsê Ofîsa Rizgarkirina Êzidiyên hatine revandin li Iraqê, Hisên Qaidî eşkere kir ku heta niha 2 hezar 800 welatiyên Êzidî ji dest çeteyên DAIŞ’ê nehatine rizgarkirin.

Berpirsê Ofîsa Rizgarkirina Êzidiyên hatine revandin li Iraqê, Hisên Qaidî di daxuyaniyekê de eşkere kir ku heta niha jî 2 hezar û 800 welatiyên Êzidî ji dest çeteyên DAIŞ’ê nehatine rizgarkirin.

Her wiha Hisên Qaidî diyarkir heta niha 3 hezar 583 Êzidî ku ji jin, zarok û mêran pêktên hatine rizgarkirin.

Hisên Qaidî da zanîn ku hejmarek ji van kesan di nava Kampa Holê ya li Rojavayê Kurdistanê de dimînin.

Show More
Back to top button