Serokeşîrên Êzidî û Ereb banga tevlîbûna kampanyaya ‘Nasikirina Qirkirinê’ kirin

Serokeşîr û kesayetên Êzidî û Ereb yên Şengalê bi pêşengiya Desteya Eşayîrî ya Şengalê bi daxuyaniyeke hevpar banga tevlîbûna kampanyaya ‘Naskirina Qirkirina Êzidiyan’ kirin û hate gotin: “Hîn jî di asta navnetewî de qirkirina Êzidiyan ne hatiye nasîn. Divê civaka me ya Êzidî li seranserê cîhanê tevlî kampanyaya naskirina qirkirina Êzidiyan bibe. Em bang li Iraqê jî dikin, jenosîdê nas bike.”

13’yê Mijdarê Rêveberiya Xweser a Şengalê di 9’emîn salvegera rizgarkirina Şengalê ji çeteyên DAIŞ’ê de ji bo fermana 3’yê Tebaxa 2014’an a bi ser Êzidiyan de hat weke ‘Jenosîd’ ango qirkirina were nasîn kampanyayeke îmzeyan ragihand. Kampanya li Şengalê hatibe ragihandin jî Êzidiyên li çar parçeyên Kurdistanê, yên li derveyî welat, her wiha gelê Kurd û gelên din jî dikarin tevlî bibin. Kampanyaya îmzeyan wê hem elektronîk hem jî bi dest be.

Piştî daxuyaniyê îro piştî nîvro, serokeşîr û kesayetên Êzidî û Ereb yên Şengalê daxuyaniyek têkildarî kampanyayê dan û bangên girîng li raya giştî ya Êzidiyan, li dewleta Iraqê û dewletên herêmê û navnetewî hate kirin.

Daxuyanî li navenda Desteya Eşayîrî ya Şengalê ji aliyê Cîgirê Serokê Desteya Eşayîrî ya Şengalê Berekat Mirad Sîncar û Şêx Casimê Şemerî ve hate dayîn. Destpêkê Berekat Mirad Sîncar daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de hate gotin, hîn jî hêzên navnetewî fermanê weke ‘Jenosîd’ nasnekirine û wiha hate gotin: “10 sal li ser êrişa çeteyên DAIŞ’ê ya li ser gelê me re derbasbû, lê hîn jî ev komkujiyên hate pêkanîn di asta navnetewî de weke jenosîd ne hatiye naskirin.”

Berekat Mirad Sîncar ji bo tevlîbûna kampanyayê îşaret bi girîngiya hemû Êzidiyan jî kir û wiha dewam kir: “Em li gelê xwe yê li tevahiya cîhanê dikin, beşdarê kampanyaya îmzeyan bibin, ji bo di asta navnetewî de weke jenosîd were nasîn.”

Sîncar di dewama daxuyaniyê de diyar kir wê îmzeyên werin komkirin bidin gelek dewlet û saziyên navnetewî û wiha dirêje pê da: “Ev îmze wê ji bo Lijneya Mafê Mirovan a Siwîsreyê, Neteweyên Yekbûyî û ji hemû cihên peywendîdar re were şandin. Pêwîste komkujiyên hatin kirin, ji aliyê Iraqê, dewletên Ereb û hemû welatên din ên cîhanî ve weke jenosîd were naskirin, ji bo vegera Êzidiyan, jin û zarokên hatine revandin karek baş were kirin.”

Şêx Casimê Şemerî jî piştî Berekat Mirad Sîncar axivî û piştgiriya xwe bi van peyvan ragihand: “Em weke civaka Ereb ya li Şengalê di her şertekî de bi gelê xwe yê Êzidî re ne. Em êrişên DAIŞ’ê û kiryarên wan yên li dijî civaka Êzidî şermezar dikin. DAIŞ temsîla gelê Ereb nake. Armanca wan derxistina fitneya navbera gelan de bû, lê emê ti carî rê nedin ev pêk were.”

Şêx Casimê Şemerî ji bo rawestandina êrişên dewleta Tirk jî bang li Iraqê kir û got: “Em wek gelê Ereb yê Şengalê bang li hikûmeta Iraqê dikin rê li ber êrîşên dijminane yên dewleta  Tirk ên li ser Şengalê bigire û rê nede dûbare bibin. Şengal parçeyeke axa Iraqê ye û gelê Iraqê ye. Dewleta Tirk dibin ala Iraqê de ciwanên Êzidî û Ereb şehîd dixe. Ev yek bi ti awayî nayê qebûlkirin. Dewleta Tirk bi hincetên cûda dixwaze axa Iraqê dagir bike. Lê di rastiyê de ji Kerkûk heya Mûsilê çavberdaye axa Iraqê.”

Show More
Back to top button