Rêveberiya Xweser a Şengalê kampanyaya komkirina îmzeyan ragihand
Rêveberiya Xweser a Şengalê di salvegera rizgarkirina Şengalê de ji bo dewleta Iraqê fermana li ser Êzidiyan weke jeonîde nas bike kampanyaya komkirina îmzeyan a navnetewî ragihand.
Rêveberiya Xweser a Şengalê di 9’emîn salvegera rizgarkirina Şengalê de pêngaveke nû ya dîrokî da destpêkirin. Rêveberiya Xweser ji bo dewleta Iraqê fermana 3.8.2014’an weke jenosîde nas bike kampanyayeke îmzeyan a navnetewî da da destpêkirin. Kampanyaya îmzeyan di 13’ê Mijdarê roja rizgarbûna Şengalê de hate destpêkirin û wê heya cejna Çarşema Serê Nîsanê ya sala 2025’an berdewam bike. Ev pêngav wê di asta Şengal, Iraq, Kurdistan û cîhanê de werê meşandin. Wê îmze hem bi rêbaza elektronîk û hem jî bi dest werin komkirin.
Daxuyaniya destpêkirina kampanyaya îmzeyan ji aliyê Hevseroka Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Cîhan Celo ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de bang li dewleta Îraqê hate kirin ku jênosîda Êzidiyan nas bike û erkên xwe yên însanî, siyasî û huquqî pêk bîne. Her wiha bang li Serokomarê Îraqê, Parlementoyê, Desteya Wezîran û Dadgeha Federal ya Îraqê jî hate kirin ku demildest li ser vê mijarê bicivin daxwazên hatine diyarkirin erê bikin. Dîsa bang li Neteweyên Yekbûyî û 14 dewletên ku jenosîda Êzidiyan nas kirine hate kirin ku; piştgiriyê bidin civaka Êzidî, ji bona dewleta Îraqê û hemû dewletên cîhanê jenosîda Êzidiya nas bikin.
Berfirehiya daxuyaniyê wiha ye;
‘’Destpêkê em di şexsê şehîd Kerîm Hecî Şero de şehîdên 74 fermanan bibîr tînin. Em ji dijminê civaka xwe re vê peyamê didin; ‘me wekî civaka Êzidî li hemberî 74 fermanan hebûn û baweriya xwe parast û li ber xwe da. Îro jî em vê sozê carekî din di hizûra hemû şehîdan de didin.
Em wekî civaka Êzidî şeş hezar sal in li ser vê xakê bi bîr, bawerî û çanda xwe jiyan dikin. Di baweriya me de rêz ji hemû çand û baweriyan re heye. Lewma dema em dia dikin, destpêkê ji heftê û dû miletan re û pişt re jî ji miletê xwe re dia dikin. Ev rastiya civakî cewhera jiyana Ezdatî yê ye. Civaka Êzidî bi hezaran sala ye bi gelên heremê re di nava aşitî û demokrasiyê de jiyan dike. Ji ber vê bawermendiya me ya pir rengî hêzên reş û tarî yên desthilatdar li ser civaka me 74 ferman pêk anîn.
Civaka me li ber fermanê bê çek û bê parastin hate hiştin
Fermana herî giran ya 74’an ya di dîroka 03.08.2014 bi destê çeteyên DAÎŞ’ê pêk hat. Beriya vê êrîşa qirker, ji aliyên hêzên desthilatdar ve çekên xweparastinê bi zorê ji destê civaka me hatin girtin. Û hêzên ji ewlehiya herêma Şingalê berpirsyar bûn vekişiyan. Bi vî awayî civaka me li hember êrîşên hovane û qirker ên DAIŞ’ê bê çek û bê parastin hat hiştin. Di encamê de em wekî civaka êzidî bi trajediya herî mezin ya sedsala 21. re rû bi rû man. Erdnîgariya ku miletê me lê dijî: Şengal, Şêxan, Başîqa û Behzan bi tevahî ket destê çeteyên DAIŞ’ê. Ev jî bû sedem hemû Êzidî neçar bimînin penaberî welatên derve bibin. Di vê penaberiya bi êş de bi hezaran zarok, pîr û kal ji tîbûn, birçîbûn û germahiyê canê xwe ji dest dan. Ji vana 100 hezarî zêdetir derbasî welatên Ewrupa bûn û ji 100 hezarî zêdetir di kampan de jiyan kirin.
Jenosîde li ber çavê hemû dinyayê çêbû
Di encama vê fermanê de li gor lêkolîn heta niha hatî kirin 7224 jin û zarok dîl hatin girtin. Di nava deh salan de ji vana 4111 kes hatine rizgarkirin. Çarenûsa 3113 kesan hê jî ne diyar e. Mirovên me yên dîl ketin destê DAIŞ’ê rastî her cûre îşkenceyê hatin, mîna tecawiz, heqaret û ferzkirina guhertina ola xwe. Di sûk û bazaran de hatin firotin û hê jî li gelek dewletên wekî Turkiyê, Sûriyê, Filîstîn, Şîşan, Siûdiyê û hwd. têne dîtin. Heta niha 93 gorên komî hatine tespîtkirin û belgekirin. Di van gorên komî de hestiyên ji 3 kesî û heta hezarî qurbanî hene. Li ber çavê dinya bi rengekî hem eşkere û hem veşartî qurbaniyên vê jenosîdê bi rêbazên herî hovane; darvekirin, gulebarandin, di qefesa de zindî zindî şewitandin, serjêkirin ve hatin qetilkirin.
Jenosîde trajediyeke giran bi xwe re anî
Cihên civaka me yên pîroz, dîrokî, çandî, olî û goristan hatin teqandin, ji navbirin û tunekirin. Bajar, bajarok, gund û gundik mal bi mal hatin talankirin û wêrankirin. Nirxên maddî wekî dexil, heywanên kedî kirî, bax û bexçe, wesayît, alavên di mala de û zêr û dirav hatin desteserkirin. Bi hezaran kes ji ber wan êrîşan birîndar bûn û bi nexweşiyên giran ketin. Ji ber vê jenosîdê û trajediya giran gelek mirovên me bi nexweşiyên derûnî re rû berû man. Beşekî mezin ya civakê ji hêviyên pêşerojê dur ketin. Ji hilbirîna jiyanê qutbûn û di nava xetimandinekî fikrî de dijîn.
Eşkere ye ku, bûyerên li jorê bi kurtasî hatine vekirin jenosîd e. Li gorî qanunên neteweyên yekbûyî fermana 2014’an civaka me jiyan kirî hemû xalên jenosîdê di nav xwe de dihewîne. Ji lewra di nava deh salan de 14 welatên wekî; Dewletên Yekbûyî yê Emerîka, Îngîltere, Elmanya, Kenada, Fransa, Îtalya, Îskoçya, Australya, Portegal, Holanda, Belcîka, Îrlanda, Loksembork û Ermenîstanê jenosîda Êzîdiya nas kirin.
Bila dewleta Iraqê jenosîde nas bike
Em bang li dewleta Îraqê dikin vê jênosîdê nas bike û erkên xwe yên însanî, siyasî û huquqî pêk bîne. Li ser vê esasê bang li Serok Komarê Îraqê, Parlementoyê, Desteya Wezîra û Dadgeha Federal ya Îraqê dikin ku demildest li ser vê mijarê bicivin daxwazên li jêr hatine diyarkirin erê bikin. Dîsa em bang li Neteweyên Yekbûyî û 14 dewletên jenosîda Êzidiyan nas kirine dikin ku; piştgirî bidin civaka Êzidî, ji bona dewleta Îraqê û hemû dewletên cîhanê jenosîda Êzidiya nas bikin. Li gorî prensîbên peymanên netewî û gerdûnî tevbigerin. Daxwazên me bi vî awayî ne;
- Jenosîda Êzidiyan bê nas kirin.
- Bersûcên jenosîdê werin dadgehkirin.
- Ji bo civaka Êzidî vegerê ser cih û warê xwe, di milê madî û manewî alîkarî bê dayîn.
- Ji bo ku rê li koçberiya civaka Êzidî werê girtin, li cih û warên xwe vegerin ji aliyê NY ve parastina hebûna wan werê mîsogerkirin.
Em di salvegera 9’emîn ya rizgarkirina Şengalê de pêngava naskirina jenosîda li dijî civaka me pêk hatî didin destpêkirin. Ev pêngav ji 13’ê Mijdarê heta çarşema serê Nîsanê wê dewam bike. Pêngava me wê li Şengal, îraqê, li Kurdistan û asta cîhanê de werê meşandin. Wê pêngav bi komkirina îmzeyan destpê bike. İmze hem bi rêbaza elektorûnîk û hem dest werin komkirin. Li ser vî esasî em di serî de bang li tevahî miletê xwe yê li her derê ye dikin tevlî vê pêngavê bibe. Her wiha em bang li tevahî gelê Kurdistanê jî dikin xwedî li vê pêngavê derkeve. Ji bo civaka me bighîje mafên xwe û bi awayekî xweser jiyan bike.’’