Erecî bi Fermandarê Artêşa Parêzvanên Sînor re civiya
Şêwirmendê Ewlekariya Netewî ya Iraqê Qasim Erecî, bi Fermandarê Artêşa Parêzvanên Sînor ya Îranê Husên Selamî re hevdîtin pêk anî.
Şandeyek bilind ya ewlekariyê di pêşengtiya Şêwirmendê Ewlekariya Netewî ya Iraqê Qasim Erecî de ku di nav de Wezîrê Karên Hindir yê Herêma Kurdistanê yê PDK’yî Rêber Ehmed jî heye duh serdana Îranê kir.
Qasim Erecî di çarçoveya rêze hevdîtinên xwe yên li Îranê de, bi Fermandarê Artêşa Parêzvanên Sînor ya Îranê (Artêşa Pasdaran) Husên Selamî re hevdîtin pêk anî.
Hat zanîn ku di hevdîtinê de, Husên Selamî spasiya her du hikûmetan kir ji ber piştevaniya ku hikûmeta Iraq û Herêma Kurdistanê ji bo cîbicîkirina lihevkirina ewlekariyê ya hevbeş pêşkêş kirine.
Iraq, Îran û Hikûmeta Herêma Kurdistanê par peymaneke hevbeş îmze kiribûn ku komên çekdar yên paratiyên Kurd yên Rojhilatê Kurdistanê bi temamî tasfiye bikin. Di çarçoveya wê lihevkirinê de, PDK’ê hêzên Rojhilatê Kurdistanê yên di nav sînorên Herêma Kurdistanê de bêçek kirin, ew di kampan de bicih kirin û ew ji pozîsyona têkoşîna çekdarî vegerandin pozisyona penabertiyê.