Şaredariya Gel ya Rêveberiya Xweser a Şengalê rizgarkirina Şengalê pîroz kir
Şaredariya Gel a Rêveberiya Xweser a Şengalê salvegera rizgarkirina Şengalê pîroz kir û hate gotin; “Ji şaredariya gel pêve ti kes destekê nade gel. Raste Şengal hat rizgarkirin, rojekî pîroze, bi nirxe û hêja ye. Lê ya muhîm lê xwedî derketine, yekîtiya xwe avakirine, parastina xwe birêxistin kirin.”
Şaredariya Gel a Rêveberiya xweser a Şengalê bi rasthatina salvegera 9’emîn a Rizgarkirina Şengalê daxuyaniyek belav kir.
Daxuyanî wiha ye:
“Di salvegera rizgarkirina Şengalê ya 9’emîn de, hem li Şengalê û hem jî li cîhanê gelek pêşketin û pêşveçûnên nû çêbûn. Di van 9 salan de, siyaseta hilandin û qirkirina li ser me Êzidiyan hîn berdewam e. Fermana ku bi hedefa jenosîda me Êzidiya ji aliyê DAÎŞ’ê ve hatibû pêkanîn, xeteriya wê hîn jî li ser me ranebû ye. Gelek dewletên Ewropa ferman weke jenosîd nas kirin. Lê ji bo xeteriya jenosîda li ser me rabe, ti gav neavêtine. Her roj balafirên Tirk ên bêmirov êrîşî herêma Şengalê dikin û ciwanên me şehîd dixin. Dewleta Iraqê sînorê xwe ji lêdanê re vekir, ev jî tê wateya şirîkê êrîşan e. Eger ne wisa be, dikare pêşî li êrîşên Tirk bigire. Bangawaziya me ji dewleta Iraqê re ew e ku li hemberî van êrîşan bêdeng nemîne û bibe xwedî helwest, pêşî li van êrîşan bigire.
Çawa her ferman xerakirin e, rûxandine, hilweşandine, jiyan kuştin e, rizgarkirin jî ewqasî avakirin e û jiyan geşkirin e. Ji xwe kar û xebatê me şaredariyê xweşikkirin, pakkirin û damarê jiyana azad bi derfetê nû avakirin e. Rizgarkirina Şengalê bû sedemê hêvî û baweriya vegera Şengalê. Ev jî bi xêra berxwedan û têkoşîna gerîlayên azadiyê, YBŞ- YJŞ’ê ya li dijî DAÎŞê çê bû. Em jî weke şaredariya gel bi derfetê kêm destek didin û xizmeta malbatên vedigerin cih û warê xwe dikin. Em weke şaredariya gel bi vê destek û xizmetê kêfxweşin û ser bilindin. Ji şaredariya gel pêve ti kes destekê nade gel. Raste Şengal hat rizgarkirin, rojekî pîroz e, bi nirxe û hêja ye. Lê ya muhîm lê xwedî derketine, yekîtiya xwe avakirine, parastina xwe birêxistin kirin e.
Di 9’emîn salvegera rizgarkirina Şengalê de, weke şaredariya gel a rêveberiya xweser li hemû civaka Êzidî bi tekoşîn û berxwedanê pîroz dikin. Di şexsê fermandarê rizgarkirina şengalê Egîd Civiyan de, em şehîd Dilşêr Herekol û hemû şêhîdan bibîr tînin û soza bilindkirina têkoşîna wan bi rêxistinkirina rêveberiya xweser didin.”