Meclisa Jinên Ereb ya Şengalê tevlî kampanyaya TAJÊ bû

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî di 5’ê mijdarê de kampanyayek bi dirûşmeya ‘Li dijî şideta liser jin, Jin jiyan azadî’ dan destpê kirin û jinên Ereb yên Şengalê bi daxuyaniyekê tevlîbûna xwe ya kampanyayê ragihandin.

Bi rasthatina roja 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinê, Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) di 5’ê Mijdarê de bi daxuyaniyekê kampanyaya bi dirûşmeya “Li dijî şîdeta ser jinê, Jin, Jiyan Azadî” da destpêkirin. Dê kampanya heya 25’ê Mijdarê berdewam bike. Divê çarçoveyê de jinên Ereb yên Şengalê jî piştgirî dan kampanyaya TAJÊ.

Meclisa Jinên Ereb ya Şengalê jî bi daxuyaniyekênivîskî piştgiriya xwe ya ji kampaniya TAJÊ re diyar kirin. Di daxuyaniyê de bang li hemû jinên Iraqê yên ji her netew, pêkhate û baweriyê hat kirin ku di rojekê wisa de bibin yek deng, li dijî her cûre tundiya li ser jin tê meşandin dakevin kolanan û dengê xwe bi yê jinên cîhanê re bighînin hev.

Berfirehiya daxuyaniyê wiha ye:

“Li cîhanê şerê herî giran, herî berfireh û bê perwa li dijî jinan tê meşandin. Şerê derûnî, fîzîkî û her cûre tundî li ser jinan tê pêkanîn. Roja têkoşîna li hemberî tundiya li ser jinan, roja 25’ê Mijdarê dijî vê zihniyetê bûye malê tevahî jinên cîhanê. Em wek jinên Ereb ên li Şengalê, vê roja têkoşîna li hemberî tundiya li ser jinan mîna roja tekoşînê digrin dest. Hêzên serdest ên cîhanê desthilatdariya xwe li ser bindestiya jin û civakê didomînin. Li Rojhilata Navîn jî heman zihniyet bi awayê herî tund û hişk li hemberî jinan tê meşandin. Di bin navê qanûnên dewletê û yên eşîrî û malbatî de jin di nava sînorên malê de tê girtin. Jinên ku li hemberî viya serî radikin, têkoşînê didin meşandin û dikevin lêgerîna azadiyê dibin armanca êrîşên herî xedar yên pergala mêr.

Li Iraqê jî jin rastî gelek bê mafiyan tê û pêşî li têkoşîna wê tê girtin. Yasaya Rewşa Kesî ku ev demeke li Iraqê tê nîqaş kirin û wê bibe sedema zarokên keç ên 9 salî bên zewicandin û viya rewa bike divê em jin bi tû awayê viya qabûl nekin û li dijî wê derbikevin. Em wek jin divê hîn zêdetir li dijî qanûnên wekî viya dengê xwe bilind bikin û nerazîbûna xwe diyar bikin.

Bi rasthatina roja têkoşîna li hemberî tundiya li ser jinan, em wek Meclîsa Jinên Ereb ên li Şengalê bi vê zanebûnê û bi rihekî hevgirtî ya bi jinên Êzidî re radigihînin em jî beşdarî kampanya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) ya bi dirûşma “Li dijî şîdeta ser jinê, Jin, Jiyan Azadî” dibin. Banga me ji hemû jinên Iraqî yên ji her netew, pêkhate û baweriyê jiyan dikin di vê rojê de rabin ser xwe. Li dijî her cûre tundiya li ser jinan tê meşandin dakevin kolanan û dengê xwe bi yê jinên cîhanê re bighînin hev. Em wek Meclîsa Jinên Ereb ên li Şengalê tînin ziman emê xwe li ser felsefeya “jin, jiyan, azadî” kûr bikin û ji bo xwe bikin bingeha têkoşîna azadiyê.

Bijî têkoşîna jinan a hevgirtî, ‘Em dawî li tundiya li ser jin bînin’ ‘Jin, Jiyan, Azadî’.”

Show More
Back to top button