‘Êzidî bi saya rizgarkirinê vegeriyan ser cih û warê xwe’
Hevşaredarên Komelgehên Duhola û Dîgûrê salvegera rizgarkirina Şengalê destpêkê li hemû leheng û berxwedêrên di pêngavê de cih girtine pîroz kirin û diyar kirin ku cara yekeme Êzidî piştî fermanekî vedigerin ser cih û warê xwe.
Li Şengalê coşa pêşwazîkirina roja dîrokî ya ji bo Êzidiyan 13’ê Mijdarê ‘Rizgarkirina Şengalê’ destpêkiriye. Bi gotina Êzidiyan cara yekemîne Êzidî piştî fermanekî dikarin vegerin ser cih û warê xwe. Li Şengalê jî amadekariyên pîrozkirina roja tolhildana ji DAIŞ’ê û hevkarên wê dewam dike û biryara li cihê ku herî zêde berxwedan lê çêbûye pîrozbahî çêbibe.
Têkildarî rizgarkirina Şengalê û wateya wê ji bo Êzidiyan Hevşaredarên komelgeha Duhola û Dîgûrê Siwarî Xidir û Îdo Reşo ji ajansa me re axivîn.
‘Şengal bi saya şehîdan rizgar bû’
Hevşaredarê Komelgeha Dîgûrê Siwarî Xidir destpêkê salvegera rizgariyê pîroz kir û wiha axivî: “Em rizgarkirinê pîroz dibînin. Gelek ferman hatine ser gelê me, lê di hemû fermanan de gelê me cihê xwe terk kirine û êdî nevegeriyane ser warê xwe. Lê di dema vê fermanê de kevir û darek nemaye ku xwîna şehîdên me li ser nerijiyaye. Ji xêra wan şehîdan îro em li ser vê axê dijîn û Êzidî vedigerin ser axa xwe. Ji ber vêya ne weke fermanên din bû.”
‘Baweriya xwe bidin hêzên xwe nedin ti hêzek din a derve’
Siwarî Xidir ji Êzidiyan xwest êdî ji derveyî hêzên xwe baweriyê nedin ti hêzeke din a derve û wiha axivî: “raq xwedî li Êzidiyan derneket, lê Rêveberiya Xweser, tevî hêzên xwe, parastina Êzidiyan dike û dikare me ji fermanan biparêze. Ji derveyî hêzên me, baweriya me bi ti kesî nayê ku me biparêze. Ez bang li gelê me yê li kampan dikim, vegerin Şengalê. Heya ew li kampan bin, kes nayê ji wan re mala wan ava nake. Bila werin bi destê xwe ava bikin û çavê wan lê nebe yek din were jêre çêbike. Veger heye û berdewame jî. Ji saya Asayîşa me, YBŞ û YJŞ’ya me gelê me dikare vegere ser axa xwe.”
‘Tenê bawerî bidin hêzên xwe nedin ti hêzek din’
Hevşaredarê Komelgeha Duhola Îdo Reşo jî bi boneya rizgarkirinê şehîdan bibîranî û wiha axivî: “Şengal bi xwîna şehîdan hate rizgarkirin. Niha hemû saziyên me li Şengalê hene û kar dikin. Em li benda dewletê jî namînin û çavê me jî li ya dewletê nîne, ya me bixwe heye. Evqas sale şaredariya dewletê li vir me nedîtiye çi dike. Em spasiya rêveberiya xweser dikin. Hêvî dikim îsal bibe sala xêrê ji bo me û bibe sala rizgarbûna Rêber Apo. Me fikrekî qenc ji Rêber Apo girt û Şengalê jî bi vî fikrî ava kir. Eger Şengal ne hatiba rizgarkirin wê yek mal venegeriyaba. Sedî 75’ê Êzidiyan vegeriyan e. Herkes bi karê xwere mijûle û Rêveberiya Xweser jî parastina me dike.”