‘Êrişa dewleta Tirk bersiva salvegera rizgarkirina Şengalê ye’
Welatiyên Şengalê êrişên dawî yên dewleta Tirk a dagirker wekî bersiva ji rizgarkirina Şengalê re nirxandin û ev peyam dan: ‘’Di fermanê de DAIŞ’ê êriş kir niha ew bi xwe êriş dikin. Em dest ji doza xwe bernadin û heya dawiyê emê li ber xwe bidin.’’
Di salvegera rizgarkirina Şengalê de dewleta Tirk a dagirker carekî din êrişê Şengalê kir. Îro piştî nîvro saet derdora 14:50’an de balefire bêmirov û bi çek ya dewleta Tirk a dagirker wesayîta welatiyek bombebaran kir. Li gor agahiyên destpêkê xwediyê wesayîtê di vê êrişê de şehîd ketiye. Gelê Şengalê ku amadekariya şahiya rizgarkirina Şengalê dike, êrişên dawî wekî bersiva dewleta Tirk a dagirker ya li hemberî rizgarkirina Şengalê dibînin.
‘Wesayîta Rêveberiya Xweser a Şengalê hedef hate girtin’
Yek ji endamên Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Azad Hisên diyar kir ku dewleta Tirk bi awayeke hovane êrişê civaka Êzidî û Şengalê dike û wiha axivî: ‘’Di dema fermanê de DAIŞ perwerde kirin û şandin ser Çiyayê Şengalê, lê niha ew bi xwe bi balefiran êrişî ser me dikin, dixwazin îradeya gelê me tine bikin. Wesayîtek girêdayî Rêveberiya Xweser a Şengalê hatiya hedefgirtin. Ji ber bê helwestiya wan, em beriya her kesî hikûmeta Iraqê şermezar dikin. Ji ber ku bi awayekî vekirî Iraq destek dide van êrişan û hevkariya dewleta Tirk dike. Nêzîkatiya Iraqê ji me re wê dide xuyakirin ku bi erk û berpirsiyartiyên xwe ranabin, parastina serweriya Iraqê erkê sereke ye ku bê parastin lê mixabin ev yek pêk nayê.’’
‘Em dest ji xet û doza xwe bernadin’
Azad Hisên da zanîn ku bi van êriş û gefan, bi şehîdkirina kesekî wê kes nikaribe îradeya gelê Êzidî bişkîne û helwesta berxwedanû ya civaka Êzidî wiha anî ser ziman: ‘’Me wek civak sozek daya ku emê dest ji vê xeta xwe bernedin ku me bi xwîna şehîdan heya vê astê aniye. Ev êriş bersiva salvagera rizgakirina Şengalê ye. Di hemû rojên me yên girîng û pîroz de dewleta Tirk êrişan pêk tîne lê wê ti carî ev êriş nebin sedem ku em gav paşde bavêjin.’’
‘Emê heya dawiyê li ber xwe bidin’
Endamê Meclîsa Gel a Şengalê Berekat Elî jî hêrsa xwe ya li hemberî van êrişan anî ser ziman û got: ‘’Dixwazin rêxistina civaka me belav bikin, ev sazî û dezgehên me ku hatine avakirin ji holê rakin. Lê bila dijmin baş bizanibe ew çiqas êriş bike emê dest ji vê xetê, vê rêxistinê û fikrê Rêbertiya xwe bernedin. Li hemberî hemû êrişan emê li ber xwe bidin û ji bo em xweser û azad jiyan bikin emê heya dawiyê şer bikin.’’