YNK: Divê dijî kesên senaryoya şewatê çêkirin gilî bê kirin
Berdevkê Yekîtiya Nîştiman ya Kurdistanê (YNK) Seedî Ehmed Pîre derbarê senaryoya PDK’ê ya şewitandina bazaran de got; “Mafê kesên hatine tometbarkirin heye ku dijî kesên pirsgirêkan berovajî dikin, giliya yasayî bikin. Mafê YNK’ê jî ji bo vê hey.”
Tevî PDK û Wezareta Karê Hindir ya Iraqê bi senaryoyek qirêj şewitandina bazarên Hewlêr, Dihok û Kerkûkê xistibû stûyê PKK’ê, lê di 5’ê Mijdarê de Dadgeha Resafe ya Bexdayê bi biryarekê senaryoya PDK’ê hilweşand. Dadgehê biryar da ku her 3 kesên bi şewitandina bazar û endambûna PKK’ê dihatin tometbarkirin bên berdan.
Berdevkê YNK’ê Seedî Ehmed Pîre jî derbarê senaryoya PDK’ê de duh ji medya partiya xwe re axivî. Pîre got; “Aliyên ku senaryoyên cûda çêdikin û serî li dadgehê didin, divê bên cezakirin û lêpirsîn bi wan re bê kirin. Kesên ku hatin ku hatibûn tometbarkirin, divê dijî aliyên ku bi armancên siyasî pirsgirêkan berovajî dikin, giliyên yasayî tomar bikin. Mafê YNK’ê jî heye ku birêya Navenda Karûbarên Yasayî giliya xwe bike.”
Bûyer çawa çêbûn?
Di 21’ê Çileya 2024’an de agir bi bazara Ehmed Axa ya bajarê Kerkûkê ket û ji ber wê ziyanek mezin gihişt esnafan. Herwiha di 27’ê Sibatê (2024) de jî agir bi bazara Lenge ya Hewlêrê ketibû û zêdetirî 169 dukan şewitîbûn. Ziyanek mezin gihiştibû esnafan.
Di 1’ê Nîsana îsal de agir bi bazara Çilê ya navenda bajarê Dihokê jî ketibû û zêdetirî 100 dikan şewitîbûn. Ji ber şewatê bi bihayê milyonan dolar ziyan gihiştibû esnafan.
Siharê 8’ê Nîsana îsal carek din bi awayek guman agir bi bazara Lenge ya Hewlêrê ket û ziyanek mezin ya aborî bi xwere anî. Heya niha jî sedema şewatê nehatiye destnîşankirin.
Kê berpirsyartiya şewatan girtibû ser xwe?
Her carek piştî şewatan, komek netewperest ya Tirk a bi navê ‘Rêxistina Peymana Milî’ berpirsyartiya şewitandina bazaran digirt ser stûyê xwe û di malpera xwe ya fermî de jî belav dikir. Koma faşîst her tim di malpera xwe de radigihand ku ewê sînorên nîştimanî vegerînin, yanî qesta wan ji zindîkirina Mîsaqî Milî ya serdema Osmaniyan bû.
Senaryoya qirêj ya PDK’ê û dewleta Tirk çawa bû?
Tevî koma faşîst ya ‘Rêxistina Peymana Milî’ şewata li hemû bazarên Herêma Kurdistanê digirt ser xwe, lê PDK û dewleta Tirk dev ji senaryoyên xwe yên dijî PKK’ê bernedida. PDK û dewleta Tirk dixwestin bi senaryoyên qirêj PKK’ê li ber çavê gelên Iraq û Herêma Kurdistanê reş bikin. Bi vê re PDK’ê bi rêya Parastin û Wezareta Karê Hindir destê xwe dan Wezareta Karê Hindir ya Iraqê û 3 ciwanên bi navê Huner Fexredîn Ehmed, Mihemed Necat Hesen û Sîrwan Hisên Mihemed binçavkirin.
Piştî wê jî di 1’ê Tîrmehê de bi daxuyaniyek çapemeniyê senaryoya xwe ji raya giştî re ragihandin.
Wê rojê berdevkê Wezareta Karên Hindir yê Iraqê Mîqdad Mîrî û Rêveberê Giştî yê Dîwana Wezareta Karên Hindir yê Herêma Kurdistanê Hêmin Mîranî ku ser bi PDK’ê ye, li ser bûyerên şewatê yên di demên dawî de, daxuyaniyek hevpar dabûn.
Destpêkê berdevkê Wezareta Karên Hindir yê Iraqê Mîqdad Mîrî axivî û da zanîn ku li ser şewatên di demên dawî de li Iraq û Herêma Kurdistanê çend kesek hatine binçavkirin. Mîqdad Mîrî di axaftina xwe de idea kir ku kesên hatine binçavkirin di encama lêpirsînan de derketiye holê ku girêdayî Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ne.
Piştre Rêveberê Giştî yê Dîwana Wezareta Karê Hindir yê Herêma Kurdistanê Hêmin Mîranî axivî. Mîranî da zanîn du kesên hatin binçavkirin navê wan Huner Fexredîn Ehmed ku karmendê Yekîneya 70’ê ya ser bi YNK’ê ye, yê din jî bi navê Mihemed Necat Hesene û efserê Dije Terora Silêmaniyê ye.
Senaryoyê bi xwe direwîn derxistibûn.
Di heman daxuyaniyê de her du berpirsên Iraq û Herêmê hevdû direwîn derxistibûn. Berdevkê Wezareta Karê Hindir yê Iraqê Mîqdad Mîrî bûyeran xistibû stûyê PKK’ê, lê Rêveberê Giştî yê Dîwana Wezareta Karê Hindir yê Herêma Kurdistanê Hêmin Mîranî jî gotibû yek ji kesên bûyer pêkaniye, pêşmergeye û yê din jî endamê Dije Terora Silêmaniyê û PKK’ê alîkariya wan kiriye. Yanî di yek daxuyaniya hevpar de, hevdu derewîn derxistibûn, ji wê jî diyar dibû ku senaryoyek dijî PKK’ê hatiye çêkirin.
Senaryo bi vî rengî bû, qaşo ev her sê ciwan ji aliyê PKK’ê ve hatine karanîn û bi fermana wan her sê bazaran şewitandine. Her wiha amadekariya ji bo şewitandina bazarên din dikirin, lê li Kerkûkê hatine girtin. Ji bilî PKK’ê Hêmin Mîranî diyarkiribû ku ev her sê ciwan endamên hêzên YNK’ê ne. Bi vê çendê jî xwestin li navxweya Herêma Kurdistanê rewşeke aloz derxînin ku şerê navxwe û tevliheviyê bi xwere bîne.
Piştre jî medya PDK’ê di dema propagandaya hilbijartina parlementoya Herêmê de ku roja 20’ê Cotmehê pêkhat, bi hemû hêza xwe wek propaganda li dijî YNK’ê bikaranîn û bi dehan dosya û rapor li ser belav kirin.
KCK’ê li ser wê senaryoyê çigotibû?
Piştî civîna çapemeniyê ku têde ew senaryoya hatî amadekirin pêkhat, Komîteya Peywendiyên Derve ya KCK’ê tevayî wan tometan red kir û got: “Her kes dizane ku ev êriş ji aliyê saziya MÎT’a Tirk û îstixbarata PDK’ê (Parastin) ve hatine plankirin.”
Her wiha KCK’ê got: “Beriya niha me parastinê li van bajaran kiriye û ji bona wê jî şehîd dane. Em van tometan ji wijdana gelê Kurd û Iraqê re dihêlin ku ew bi çavê xwe bûn şahidê berxwedana me.”
Ji bilî KCK’ê Hêzên 70’ê yên girêdayî YNK’ê jî li ser bejdarbûna pêşmergeyekî wan ku qaşo ferman ji wan wergirtiye daku bazarên Herêmê bişewitîne, got: “Van kesan ne di jêr ferman û kontrola me û ti hêzekî me ya din de vî karî kirine.”