TAJÊ li Şengal û Sinunê belavokan belav kir

Di çarçoveya kar û xebatên 25’ê Mijdarê roja Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê de, Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) li navenda Şengalê û Sînûnê li ser girîngiya rojê û danasîna TAJÊ belavok belav kir. Çalakiyên TAJÊ’ê wê heya 25’ê mehê li tevahiya şengalê dewam bikin.

Di 5’ê Mijdarê de ji bo roja 25’ê Mijdarê, Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinê, Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) kampanya bi dirûşmeya ‘Li dijî şîdeta li ser jinan, Jin Jiyan Azadî’  ragihandibû. Di vê çarçoveyê de wê çalakiyên TAJÊ’ê yên curbicûr heya 25’ê Mijdarê dewam bikin.

Di çarçoveya bernameyên çalakiyan de îro li navenda Şengalê û nahiya Sinûnê, liser giriîgniya rojê û danasîna, kar û xebatên TAJÊ’ê belavok li nava bajar hatin belavkirin.

Belavokên ku ji aliyê endamên TAJÊ ve kolan bi kolan hatin belavkirin, rastî elaqeya gel hat. Wê li piraniya gund û navçeyên Şengalê, belavok werin belavkirin û çalakiyên TAJÊ wê heya 25’ê Mijdarê dewam bikin.

Show More
Back to top button