Li Emerîkayê hilbijartin: Trump 214 û Harris jî gihişt 179 delegeyan

Li Emerîkayê hejmartina dengên ji bo hilbijartina serokatiya Emerîkayê dewam dikin. Li gorî encamên ne fermî Donald Trump bi 214 delegeyan li pêşe.

Li Emerîkayê gel ji bo hilbijartina serokê xwe yê nû çû ser sindoqan, dengdan temam bû û li gorî encamên nefermî Donald Trump heya niha 214 delegeye û Kamala Harris jî 179 delege bidest xistiye.

Li gorî encamên nefermî yên medya Emerîkayê radigihîne, li eyaletên Indiana, Kentucky, West Virginia, Florida, Tennessee, South Carolina, Oklahoma, Mississippi, Alabama, Arkansas, North Dakota, South Dakota, Wyoming, Nebraska, Louisiana, Ohio, Texas, Missouri, Utah, Montana, Kansas, Iowa, Idaho, Vermont, Connecticut, Massachusetts, Maryland, Rhode Island, New Jersey, Delaware, Illinois, New York, Colorado, California û Washingtonê û li herêma Washington D.C. yê encam eşkere bûn.

Li gorî heman çavkaniyan Kamala Harrisê jî li eyaletên Vermont, Connecticut, Massachusetts, Maryland, Rhode Island, New Jersey, Delaware, Illinois, New York, Colorado, California, Washington û herêma Washington D.C. yê 179 delege standine.

Donald Trump li eyaletên Indiana, Kentucky, West Virginia, Florida, Tennessee, South Carolina, Oklahoma, Mississippi, Alabama, Arkansas, North Dakota, South Dakota, Wyoming, Nebraska, Louisiana, Ohio, Texas, Missouri, Utah, Montana, Kansas, Iowa û Idahoyê 214 delege standine.

Hêjayî gotinê ye li Emerîkayê 50 eyalet hene û namzedê ku 270 delege bistîne wê biser bikeve.

Show More
Back to top button