Cenazeyê şervanê HRE’yê Şehîd Rûstem Efrîn hat oxirkirin
Şervanê HREˈyê Rûstem Efrîn (Yusef Reşîd) yê 2ˈyê Mijdarê di encama nexweşiyeke giran de şehîd bûbû, hat oxirkirin.
Şervanê Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) Rûstem Efrîn (Yusef Reşîd) ku 2’yê Mijdarê (2024) ji ber nexweşiyeke giran şehîd bûbû, bi merasîmekê li Pakrewangeha Şehîd Zozan Amanos ya li bajarokê Fafînê hat oxirkirin.
Di merasîma oxirkirinê de bi sedan amade bûn.
Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Efrîn-Şehba Ebdilhenan Mamo di merasîmê de axivî û û got: “Dewleta Tirk a dagirker nikare bi êrişên xwe vîna gelê me bişkinin. Gelê me yê nayê xapandin, êdî dizane ku êrişên ê li ser xaka Rojava ji bo dagirkirinê ne. Emê şopdarên rêya şehîdên xwe bin. Emê li hemberî dagirkeriyê asta têkoşînê xwe bilind bikin.”
Piştre endama Meclisa Kantona Efrîn- Şehba Medîhe Şêx Xelîl jî destnîşan kir ku li her çar perçeyên Kurdistanê li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk berxwedan tê meşandin.
Medîhe bal kişand ser bêdengiya hêzên navneteweyî ya li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker û got: “Gelê Kurd tu carî hêvî ji dewletên desthilatdar nake. Hêviya gelê Kurd HRE, gerîlayên azadiyê û QSD ye.”
Di dawiyê de jî wesîqeya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.
Cenazeyê şehîd Rusem Efrîn bi dirûşmên “Şehîd namirin” hat veşartin