Iraq têkildarî daxwazên Herêma Kurdistanê yên girêdayî serjimêriya giştî biryar da

Di civîna îro ya Desteya Wezîran ya Iraqê biryar li ser çend daxwazên Hikûmeta Herêma Kurdistanê yên têkildarî proseya serjimêriya giştî ya Iraqê hate dayîn.

Di civîna îro ya Desteya Wezîran ya Iraqê biryar li ser çend daxwazên Hikûmeta Herêma Kurdistanê yên têkildarî proseya serjimêriya giştî ya Iraqê hate dayîn ku her welatiyek li gor devera jê ye were tomarkirin ne ku li cihê lê nîştecih bûye.

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî daxwazên Hikûmeta Herêma Kurdistanê yên têkildarî proseya serjimêriya giştî ya Iraqê di civîna îro ya Desteya Wezîran ya Iraqê de erê kirin.

Li gor biryara hatî dayîn, wê di serjimêriya giştî ya Iraqê de, dê her welatiyek li gor cihê bi eslê xwe ji wê derê were tomarkirin ne ku li cihê lê nîştecih bûye.

Her wiha biryar hate dayîn ku wê li Kerkûkê serjimêrî li gor serjimêriya sala 1956’an were kirin.

Biryarek din jî ya têkildarî serjimêriya giştî ya Iraqê ewe ku wê di dema serjimêriyê de nûnerekê Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî li navenda giştî ya tomarkirinê ya Iraqê be.

Show More
Back to top button