Li Şengalê starta çalakiyên ji bo 25’ê Mijdarê hate dayîn
Li Şengalê bi boneya 25’ê Mijdarê, roja Têkoşîn Dijî Tundiya ser Jinan bi pêşengiya TAJÊ starta çalakiyan hate dayîn.
Bi rasthatina roja 25’ê Mijdarê, roja tekoşîna li dijî tundiya li ser jin, Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) kampanya bi dirûşmeya ‘Li dijî şîdeta li ser jinan, Jin Jiyan Azadî’ ji 5 Mijdarê heta 25’ê Mijdarê bi daxûyaniyekê ragihand.
Daxuyanî li navenda Şengalê Sûka Kevn, a di 3’ê Tebaxa 2014’an de bi Fermana 74’an ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve bi sedan jin lê hat qetilkirin û revandin, ji aliyê Berdevka TAJÊ Rîham Hico ve hate xwendin. Di daxuyaniya TAJÊ de hate diyar kirin ku bi boneya roja tekoşîna li hemberî tundiya li ser jin, wekî jinên Êzidî zihniyeta ku tundiyê pêşdixîne red dikin. Ji bona dawî li vê hişmendiyê werê jinên Êzidî dan diyar kirin ku ewê tekoşîna xwe bilindtir bikin. Di heman demê de ji bo beşdariya li kampanya bang li hemû jinên Îraqî hate kirin.
Daxuyaniya TAJÊ wiha ye:
“Berî her tiştî em ji xaka pîroz Êzidxanê silav û heskirinên xwe ji hevrê û mîmarê felsefeya jin, jiyan, azadî Rêber Apo re dişînin. Em ê silavên ku we ji tevahî jinan re şandiye bi mezinkirina tekoşînê, bi xwe rêxistinkirin û ji bo azadiya we ya fîzîkî pêk werê bilindkirina berxwedanê têbikoşin.
Di destpêka dîroka mirovahiyê de li ser xaka mezopotamya, civakbûn bi cewhera jinê, jiyaneke li ser esasê wekhevî û azadî jiyan kir. Bi avabûna dewlet û zihniyeta desthilatdariyê re, ev 5 hezar salin di kesayeta jin de jiyana azad û xweza tê tune kirin. Pergala kapîtalîst ji bo bîrdoziya netew dewlet û desthilatdariyê biparêze, di kesayeta jin de civak dîl girtiye. Li hemberî viya jin û civakan her tim li ber xwe da ye.
‘Li her derê êrişî jinan dikin’
Di sala 1960’an de Xuşkên Mîrabel, ji ber ku li dijî vê pergalê sekinîn, bi destê zihniyeta mêr-dewlet bi awayekî hovane hatin qetil kirin. Di sala 2014’an de em wekî jinên Êzidî yên ku bi nasname xwe, çanda jin-dayîk diparêzin rastî fermanekî mînaka wê çênebûye jiyan kir. Bi hezaran jin û keçên me hatin revandin, firotin, bi qirkirina fîzîkî û her cûre tûndiyê re rû berû man. Li Efxanîstanê jin ji ber rêjîma çete ya Talîbanê ji hemû mafê xweyî jiyanê hatine qutkirin. Li Hindistanê bi awayekî pergalî jin rastî destdirêjiyê tên. Li Îranê ji ber zext û tûndiya li ser jin tê meşandin di sala 2022’an de Jina Kurd Jîna Emînî bi rêbazekî herî tûnd hat qetilkirin. Jinên li dijî qetilkirina Jîna Emînî serî hildan û tekoşîna azadiyê dimeşînin, îro cezayê darvekirinê li wan hatiye birîn. Bi heman zihniyetê, li Tirkiyê, Îraq, li welatê Rojhilata navîn û cîhanê di şerê cîhanê yê sêyemîn de li dijî jinan şerê qirkirinê tê meşandin. Rêber Apo bi felsefeya jin, jiyan, azadî bersiva şerê mezin yê li dijî jin dide. Em wek jinên Êzidî vê felsefeyê dikin bingeha azadiya xwe û civakê.
‘Li hemberî tundiyê her dem jinên tekoşer derketine’
Li cîhanê jin, di hemû qadên jiyanê de rastî bê mafiyê tên. Tûndûtûjiya fîzîkî û derûnî li ser jin, zarok û ciwanan di astekî bêtehemûliyê de ye. Di nava malê de, li kolanan, li dibistanê, di cihên kar de, di qada siyaset, perwerde û li her devera jiyanê jin rastî tûndiyê tên. Êdî bi awayekî pergalî xwe kuştin, zewaca temen biçûk, pir-jinî, hevdû berdan û destdirêjî her ku diçe zêde dibe. Jin ne tenê bi awayekî fîzîkî rastî destdirêjiyê tê, di milê fikrî û rûhî de tê kole kirin. Di dîrokê de jinan li hemberî viya tekoşîna azadiyê meşandine, jinên îraqê jî li hemberî pergala desthilatdar ya mêr tekoşîn meşandiye. Jina têkoşer a bi navê Nezîha El dilêmî û bi dehan weke wê ji bo mafê xwe têkoşiyane.
‘Em ê li dijî qanûnan rawestin’
Dewleta îraqê her çiqas xwedî pergalekî konfederal be jî, lê di serî de jin, pêkhate û hemû civak di pergala heyî de ne xwedî tû mafekî demokratîk in. Qanûna ‘rewşa şexsî’ ku ev demeke li parlementoya îraqê tê nîqaş kirin, dide nîşandan jin ne xwedî tû mafî ne. Armanca guhertina vê ew e zarokên keç ên 9 salî bên zewicandin. Ev qanûn rêbaza herî dijwar a tûndiyê îfade dike. Di vê qanûnê de ne mafekî jin û ne jî parastina wê heye. Qanûn bi aqlê mêr-dewletê hatiye avakirin. Wê tekoşîna me li dijî vê qanûnê û hemû bê mafiyên li hemberî jinên Îraqê têne kirin berdewam bike. Pêwîste her jineke îraqî jî, vê qanûnê li dijî xwe bibîne û li hemberî wê tekoşîn bimeşînê.
‘Divê tekoşîna me jinan yek be’
Em bi boneya roja tekoşîna li dijî tûndiya li ser jin, wekî jinên Êzidî zihniyeta ku tûndiyê pêşdixîne red dikin. Ji bona dawî li vê hişmendiyê were em ê tekoşîna xwe bilindtir bikin. Em bang li hemû jinan dikin xwe bi rêxistin bikin û parastina xweyî cewherî pêşbixînin. Azadî bi viya pêkan e. Heta ku jin hêza xwe ya rêxistinî û hişmendiya parastina cewherî pêşnexîne wê dawî li şerê qirkirina li dijî jinan neyê anîn. Ji ber ku êşa jinan yek e, divê tekoşîna me jî yek be.
Li ser vî esasî bi rasthatina roja 25’ê Mijdarê, roja tekoşîna li dijî tûndiya li ser jin, em wek jinên Êzidî kampaniya bi dirûşmeya ‘LI DIJÎ ŞIDETA SER JIN, JIN, JIYAN, AZADÎ’ ji 5 Mijdarê heta 25’ê Mijdarê radighînin. Em bang li tevahî jinên Îraqî dikin beşdarî vê kampaniyayê bibin. Em bi baweriya wê, sedsala 21’emîn bi hêza tekoşîna hevbeş ya jinan û hevgirtina gelan, bi jiyana demokratîk û azad bibe sedsala şoreşa jin, tekoşîna azadiyê bilindtir bikin.
Êdî bes e ji tûndiya li ser jinê re
Bijî tekoşîna jinên Îraqê
Jin jiyan azadî.”
Plansaziya ji bo 25’ê Mijdarê
Piştî daxuyaniyê plansaziya ku dê di çarçoveya 25’ê Mijdarê de li Şengalê pêk were hat parvekirin.
Li ser vî esasî plansaziya TAJÊ ya ji bo roja 25’ê Mijdarê wiha ye:
“*Wê broşûr li ser tundiyê û yek jî li ser hevjiyana azad ji aliyê meclîsan ve di 7-8 Mijdarê de li kolanan werin belavkirin.
*Li navenda Şengal-Sinûnê Lafîte (pankart) werin daliqandin û dê ev çalakî di 14’ê mijdarê de ji aliyê bedekî, TAJÊ û jinên ciwan ve were lidarxistin.
*Li ser girîngiya roja 25’ê Mijdarê li 3 navendan semîner bi giştî werin dayîn. 15’ê Mijdarê li navenda Şengalê, 16’ê mijdarê li xeta ereban û 17’ê mijdarê li Digurê semîner werin lidarxistin.
*Meşa jinên ciwan 18’ê mijdarê
*Civîna online a jinên ciwan bi qadê din re 19’ê mijdarê
*Wê di 20’ê mijdarê jinên ciwanên dahurandinên Rêber Apo temaşe bikin.
*Li ser wateya rojê 3 rojan ji bo mêran perwerde werê dayîn. Perwerde ji 21 heta 23’ê Mijdarê ye
*Wê TAJÊ semînerekî bi boneya vê rojê ji bo hêza Asayîşa Êzidxanê bide.
*Di navbera 21 û 24’ê mijdarê de bi jinên Îraqî re li Musilê panelek li ser tûndiya li hemberî jinan û her wiha rêyên çareseriyê were lidarxistin.
*Di 18’ê mijdarê de li ser girîngiya rojê bi tevlibûna jin û mêran re paneleke giştî were çêkirin.”