PDK’ê Hewlêr kiriye cihê dagirkerên Tirk û çeteyên wê

Di demekî de ku dewleta Tirk rojane êriş û komkujiyên xwe yên li ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê berdewam dike, PDK û binemala Barzanî li Hewlêrê hembêza xwe ji dewleta Tirk û çeteyên wê yên xaka Rojava dagir kirine re vedike.

Roja 29’ê Cotmehê Desteya Danûstandkar a Muxalefeta Suriye ku ji heşt komên çete yên girêdayî dewleta Tirk pêktên, li Hewlêrê 9’emîn civîna xwe ya şêwirînê lidarxist. Ev komên çete li Efrîn, Girê Spî û Serêkaniya dagirkirî yên Rojavayê Kurdistanê destdirêjiyê li ser Kurdan dikin, komkujiyan pêktînin û mal û mulkên Kurdan talan dikin, li Hewlêrê ji aliyê PDK’ê ve tên pêşwazîkirin.

Di heman rojê de di salvegera 101’an a damezrandina komara Tirkiye de ku wek sedsala komkujiyên li ser Kurdan tê zanîn, li Hewlêrê ji aliyê binemala Barzanî ve bi keyfxweşî bi merasîmekê ev salveger hat pîrozkirin. Bi vê yekê re carek din li Hewlêra ku qelaya berxwedanê ye, alaya radestbûn û koletiya ji bo dewleta Tirk a dagirker û qirker rakirin. PDK bêy ku şerm ji xak û xwîna şehîdan bike, Hewlêrê xistiye di xizmeta dewleta Tirk a dagirker de û roja damezrandina dewleta Tirk pîroz dike.

Ev jî wek belgeya wê rastiyê ye ku PDK û binemala Barzanî destê wan di tevayî komkujî û dagirkeriyên ku dewleta Tirk li ser Kurdan pêktîne de heye. Her wiha PDK piştgiriyê dide dagirkerî, wêrankarî û komkujiyên ku dewleta Tirk li Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê pêktîne. Her wiha PDK di bin navê neteweyî û Kurdayetî de bazirganiyê bi xak û welatiyên Kurd ên li her çar parçeyên Kurdistanê dike. Bi kurtî PDK’ê Hewlêrê xistiye navendek aram ji bo dewleta Tirk a dagirker, çete û wan aliyên ku xiyanetê li xak û nîştimanê gelê Kurd kirine.

Show More
Back to top button