Li Kobanê ji bo şervana YPJ’ê û gerîlayê HPG’ê merasîmek hat lidarxistin

Cenazeyê şervana YPJˈê şehîd Tolîn Pelşîn Baz bi merasîmekê hat oxirkirin û gerîlayê HPGˈê şehîd Zinar Raperîn jî hat bi bîranîn.

Şervana YPJˈê Tolîn Pelşîn Baz (Emîne Ehmed) 25ˈê Îlonê di êrişeke artêşa Tirk a dagirker de li Minbicê birîndar bûbû û di 27`ê Cotmehê de şehîd bûbû. Îro bi merasîmekê li Pakrewangeha Şehîd Dîcle ya li Kobanê hat oxirkirin. Di merasîmê de gerîlayê HPG`ê Zinar Raperîn (Mihemed Hecî) ê 16`ê Hezîrana 2023`yan li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûbû jî hat bibîranîn.

Di merasîmê de ji fermandarên YPJˈê Çîçek Zagors axivî, şehîdên şoreşê bi bîr anîn û got: “Şehîd Tolîn li dijî polîtîkaya dijmin ku dixwazin me tune bikin li ber xwe da û gihaşt asta şehadetê. Ev ne cara yekemîn e ku em kulîlkên rengîn di goristana bedew de diçînin. Lê bila dijmin baş bizane, bi çi êriş dike bila bike, em ê li ber xwe bidin û gelê me li pişt me ye.”

Çîçek Zagors soza tolhildana şehîd da û wiha domand: “Em ê bi berxwdan û têkoşînê herêmên dagirkirî rizgar bikin û Rêbertiya xwe bi fîzîkî azad bikin.  Careke din em soz didin em axa xwe bernadin. Em ê şopdarên rêya şehîd û Rêbertiya xwe bin. ”

Li ser navê malbatên şehîd Tolîn û Zinar axaftin hatin kirin. Di axaftinan de heya mîsogeriya azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan soza berxwedan û domandina xeta şehîdan hate dayîn.

Piştre nasnameyên her du şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Di dawiyê de cenazeyê şehîd Tolîn Baz bi dirûşman hate veşartin.

Show More
Back to top button