Xwedêda Çûkê: Dinya li ser hêzê ava ye, pêwîste Êzidî hêza xwe xurt bikin

Midûrê Nahiya Sinûnê Xwedêda Çûkê diyar kir bi êrişan dixwazin civaka Êzidî bê çek, bê parastin û bê îrade bihêlin û got: “Bila gelê ma baş zanibe ev dinya li ser qewetê ava ye û hesabê pêşeroja xwe bike. Yê hêza wî nebe nikare li Rojhilata Navîn bimîne. Niha sîleh di destê gelê me de heye, dijmin hesabê van sîlehan dike. Lazim e civaka Êzidî li benda kesî nemîne, bi erka xwe rabe.”

Dewleta Tirk a dagirker weke berdewamiya êrişên qirkirinê yên li ser civaka Êzidî, di 24-25’ê Cotmehê de 20 caran Şengalê bombebaran kir, di encama êrişan de 6 şervanên YBŞ’ê şehîd ketin. Ruxmê vê êrişa giran a li ser Şengalê heya niha ne hikumeta Iraqê ne jî hêzên navnetewî ku jenosîda Êzidiyan qebûl kirine helwestek li dijî dewleta Tirk nîşan nedane. Di ser de, bi dîmenan derket holê ku balefirên şer û yên keşfê bi teknolojiya şîrketekî Emerîkî ev êriş kirine.

Derbarê hedef û armancên van êrişên dawî, bêdengiya Iraqê û hêzên navneteweyî de Rêveberê Nahiya Sinûnê Xwedêda Çûkê ji ajansa me re nirxandinên girîng kirin. Xwedêda Çûkê êrişên dawî weke berdewama fermana 2014’an nirxand û bang li civaka Êzidî kir ku li benda ti hêz û aliyê neminin û ji bo xwe ji fermanan biparêzin hêza xwe ya parastinê û tifaqa xwe xurt bikin.

‘Iraq êrişên Îsraîlê şermezar dike, lê yên dewleta Tirk nabîne’

Xwedêda Çûkê balê kişand ser rewşa civaka Êzidî ya piştî fermana 2014’an û got: “Heya niha nîvê Êzidiyan venegeriyane Şengalê, li kampane. 13-14 dewlet jemosîda li ser Êzidiyan nas kirin, lê hêzên navnetewî li ber êrişên li ser Şengalê bêdengin. 6 xortên me di êrişan de şehîd ketin, ew xort neçûne bi dewleta Tirk re şer nekirine, li ber DAIŞ’ê şer kirine. Hikumeta Iraqê jî bêdeng ma. Îsraîlê li Îranê da hikumeta Iraqê şermezar kir lê heya niha êrişên li ser Şengalê şermezar nekiriye. Dema êriş li ser Êzidiyan çêdibe kes şermezar nake. Xwîna Êzidiyan erzane! Êzidî heya roja me ya îro ji gelek kesan re şer kir lê kes xwedî lê derneket.”

‘Dixwazin Êzidiyan bê çek, bê parastin, bê îrade bihêlin’

Xwedêda Çûkê balê kişand ser berxwedana YBŞ’ê ya di ber parastina civaka Êzidî û Şengalê de û wiha axivî: “YBŞ çi ji dest hatiye texsîr nekiriye, li ber dijmin sekinîye û bi gel re îradeyek çêkiriye. Ne tenê dewleta Tirk, hin aliyên siyasî jî hene ku dixwazin Êzidî bê îrade bimînin. Dixwazin Êzidî terka vê îradeyê bidin û sîlehên xwe deynin. Dema ku gelê me bê sîleh ma, wate em neman! Eger me îrade û tifaq hebe dijminê me nikare derbasî nav mala me bibe. Eger beriya fermanê hêza Êzidiyan heba û weke niha birêxistin bûna ixtimal herêma me nedihat dagirkirin jî.”

‘Pêwîste Êzidî hesabê pêşeroja xwe bikin’

Xwedêda Çûkê her wiha şer û aloziyên li Rojhilata Navîn bibîrxist, diyar kir ku ev rewşa şer ji bo Êzidiyan jî xeterî ye û wiha berdewam kir: “Niha pêwîste Êzidiyên me xwe bi îrade bikin, pêwîste hesabê pêşeroja xwe bikin. Niha em rewşa Rojhilata Navîn dibînin, rewşeke têkçûyî ye. Ew fikrê DAIŞ’ê jî hê li derdora me heye, eger êrişê me kirin lazime em karibin li ber xwe bisekinin. Eger vê carê jî em nikaribin parastina xwe bikin, nexwe me ji fermanê ders dernexistiye. Eger gelê me venegere Şengalê em nikarin ji dewletê daxwaza mafê xwe jî bikin. Lazime civaka me bifikire ku ka wê çawa xwe ji fermanan xilas bike. Hikumeta Iraqê ne hikumeteke netewî ye ku berjewendiyên gel bifikire. Hikumet hesabê 4 salan dike. Lê hesabê Êzidiyan nabe bi 4 salan be! Êzidî pêwîste pêşeroja xwe bifikirin.”

‘Yê ku hêza wî nebe nikare li herêmê li ser lingan bimîne’

Her wiha Xwedêda Çûkê destnîşan kir ku hikumeta Iraqê li gor berjewendiyên xwe bi herêma Kurdistanê û dewleta Tirk a dagirker re têkiliyên xwe dimeşîne û bi van gotinan bang li civaka Êzidî kir: “Piştî fermanê heya niha 4-5 caran waliyê Mûsilê guheriye lê siyaseta wan a li ser Şengalê neguheriye. Heya niha qeymeqam û midûrê nahiye nehatine tayînkirin. Bi vî rengî nahêlin li herêma me karek were kirin. Gelê me lazime îradeya xwe xurt bike, bêyî îrade civakek li ser lingan namîne. Bila gelê me baş zanibe ev dinya li ser hêzê ava ye. Yê ku hêza wî nebe nikare li Rojhilata Navîn bimîne. Lê eger eşîrek be jî û hêza wê hebe, wê bi hesab be. Niha sîleh di destê gelê me de heye, dijmin hesabê van sîlehan dike. Lazime civaka Êzidî li benda kesî nemîne, bi erka xwe rabe. Em wê hesabê bikin ku rojekî ne hikumet bimîne ne jî dewlet emê çawa parastina xwe bikin.”

Show More
Back to top button