Gundiyên Heyalê nerazîbûn nîşanî Iraqê dan: Ezmanê Şengalê li balafiran bigire

Mexdûrên êrişa dewleta Tirk a ser gundê Heyalê ya Şengalê diyarkirin ji ber dijwariya êrişê hemû derî û şibakeyên wan şikestîne û gotin: “Ev êriş bê erêkirina Iraqê çênabe. Iraq dikare pêşî li firîna van balafiran bigire, lê nagire. Ne maf, ne qanûn û ne jî mirovahî li Iraqê heye. Eger heba dê rê nedaba dewleta Tirk. Ma wê heta kengê parçeyên zarokên me di kîsan de ji me re werin?”

Dewleta Tirk a dagirker 23-24-25’ê Cotmehê bi dijwarî êrişê Şengalê kir. Di encama êrişan de 6 şervanên YBŞ’ê şehîd bûn, 2 şervan, zarokek keç û jinek birîndar bû. Gelek cihên sivîl û leşkerî hatin hedef girtin û bi dehan bombe li aliyê Qilbet û Şemalê Şengalê hate barandin.

Yek ji gundê ji êrişan bandor bû gundê Heyalê ya Qibletê bû. Şêniyên gundê Heyalê ya Qibletê ku mexdûrên êrişên dewleta Tirk in, ji ajansa me re axivîn.

Şêniyê gundê Heyalê Qolo Qasim ji êrişê zererek mezin dît. Di êrişa şeva 24’ê Cotmehê de keça Qolo Qasom ya biçûk birîndar bû û rakirin nexweşxaneyê.

Baregaha şervanên YBŞ’ê ya ji bo parastina gundên herêmê hatiye avakirin şeva 24’ê Cotmehê bûbû hedefa balafirên Tirk û gundî jî para xwe ji êrişê girtibûn. Qolo Qasim têkildarî wê şevê van agahiyan da: “Dema balafir êrişê gir kirin, hemû şibake û deriyên me şikestin û bi ser me de hatin. Keçika min wê demê di xewde bû, dema êriş çêbû camên şebekeye bi ser de hat û birîndar bû. Niha li nexweşxaneyê ye. Em jî û zarokên me jî gelek tirsiyan.”

Baregaha şervanên YBŞ’ê ya ji bo parastina gundên herêmê hatiye avakirin şeva 24’ê Cotmehê bûbû hedefa balafirên Tirk û gundî jî para xwe ji êrişê girtibûn. Qolo Qasim têkildarî wê şevê van agahiyan da: “Dema balafir êrişê gir kirin, hemû şibake û deriyên me şikestin û bi ser me de hatin. Keçika min wê demê di xewde bû, dema êriş çêbû camên şebekeye bi ser de hat û birîndar bû. Niha li nexweşxaneyê ye. Em jî û zarokên me jî gelek tirsiyan.”

 

‘Divê Iraq li beramber van êrişan bêdeng nemîne’

Qolo Qasim ê mexdûrê êrişên dewleta Tirk bi vî awayî nerazîbûn nîşana hevkariya Iraqê ya bi dewleta Tirk re da: “Gelek zilm li me dikin. Eger em welatiyên Iraqê ne, wê demê divê Iraq li beramber van êrişan bêdeng nemîne. Ji ber em hew dikarin bi van balafiran re bijîn. Me xwest bi wan ve biçin (şervanan ve) lê ji ber balafirên şer li pêş me dixist, me nekarî em tiştekî bikin. Balafir ewqasî bi dijwarî lê dida, me xwestiba ji mal derbikevin jî nedikarî. Ev ne tişteke qanûniye. Divê Iraq çareyek ji van balafiran re bibîne. Raste zerera me ya madî gelek çêbû, lê ew çareser dibe. Ya çareser nabe tirs û hebûna balafirane. Ka qanûn, ka maf û mirovahî, tiştek ji van jî li Iraqê nîne. Ev balafir xeteriyeke cidî ji bo gel çêdike û Iraq jî ji vê rewşê re razî bûye. Yên di nava YBŞ’ê de hemû zarokên me yên vir yên Êzidî ne.”

‘Zarokên me yên parastina me dikirin hedef girtin’

Jina bi navê Meyan Nasir a dayîka şehîdane şervanên di êrişên dewleta Tirk de şehîd bûne bibîranî û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Ez dayîka şehîd Şoreşim, di şexsê şehîdên 74 fermanan de hemû şehîdan bibîrtinim. Dewleta Osmaniyan ne tenê dijminê zarokên me ye, dijminê bav û kalen me jî bû. Ji xwe dijminê bav û kala nabe dostê zarokan. Di ew girê hun dibînin de zarokên me li ser bûn û ewlekariya me ya vir digirtin. Zarokên me piştî fermanê bi armanca tolhildana keç û zarokên xwe çek rakirin û ewlekariya me digirin. Êrişê ti kesî nekirine û daxwaza tiştekî ji kesî nekirine. Ew tenê bi çekên ji rêzê parastina xwe û gelê xwe dikin. Ez nizanim ev Erdogan çi ji me û zarokên me dixwaze. Bi dehan balafiran êrişî me û zarokên me dike.”

‘Wê heta kengê parçeyên zarokên me ji me re werin’

Dayê Meyan nerazîbûn nîşana dewleta Iraqê û saziyên mafê mirovan jî da û got: “Dewleta Iraqê bêdenge û em gazindên xwe ji wê dikin. Ka rêxistinên mirovî û saziyên mafê mirovan li kuderê ne? Wê heta kengê zarokên me ji tirsên balafiran de xwe bixin bin çengên me de? Wê heta kengê parçeyên zarokên me di kîsên reş de ji me re werin?”

‘Emê timî bibin kelem di çavê dijmin de’

Dayê Meyan di dewama axaftina xwe de got: “Kezebame dişewite. Ez dua ji Xwedê dikim, her kî dilê dayîkên Êzidî bişewitîne dilê wan jî bişewite. Înşallah bi destûra Tawisê Melek, wê her serkeftin ya millete Êzidî be. Tawisê Melek jî me bi destê kesê ve naspêre. Emê her li berxwe bidin û her jî hebin. Emê her weke kelemekî di çavê dijmin de bin.”

‘Divê Iraq ezmanê xwe li balafirên dewleta Tirk bigire’

Meyan Nasir destnîşan kir ku ew xwe wek welatiyên Iraqê dibînin, lê Iraq wisa nabîne û wiha pê de çû: “Ji berê ve mala me li Heyalê bû. Dema êriş çêbû agahiya me ji ti tiştî nebû û hemû zarokên me di xew debûn. Me nedizanî dijminê û dijminên Xwedê zehfin. Bê hesap li vir xistin. Me di dît bi deh teyareyan êriş dikirin. Û li ser me bênavber difirîn. Em xwe weke welatiyên Iraqê dibînin, lê Iraq çima me wisa nabîne? Divê Iraq ezmanê xwe ji firîna teyareyên dewleta Tirk re qedexe bike. Divê Iraq rê li ber teyareyan veneke rêya wan qut bike. Herkes dizane eger destê dewleta Iraqê têde nebe, Iraq nikare êriş bike. Ne tenê li nuqteyên leşkerî dan, herkesê dan berxwe. Hemû li derdora me xistin û zerereke mezin dan me. Dixwazin Êzidiyan tune bikin û bi temamî ji holê rakin.”

Show More
Back to top button