‘Wê bi hêza jinê Şengal azad bibe’

Endamên Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) civîna xwe ya 6 mehan li dar xistin. Jinan di civînê de gotin:"Wê bi hêza jinê Şengal azad bibe"

Civîn ji aliyê Hevseroka Partiya Demokratik ya Êzidxanê Zehra Silêman, Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî Sebîha Sebrî û Pakiz Celal ve hate birêvebirin. Civîn li navenda meclîsa gel ya Xanesorê bi beşdarbûna sedan jinan hate lidarxistin. Di civînê de pêvajoya niha û rewşa Şengalê hate nirxandin. Her wiha peyam ji Girtigeha Bandirmayê ji aliyê girtiyên azadiyê ve ji bo xebat û destkeftiyên jinên Şengalê hate şandin. Civîn bi amadekirina pilansaziya ji bo dema pêş hate bidawîkirin.

Hevseroka Gundê Zoravayê Zehrê Dexîl di derbarê civîna ku li dar xistin de wiha got: “Me îro civîna xwe ya 6 mehan li dar xist. Îro me weke jinên Şengalê xebatên xwe yên 6 mehan nirxand. Em weke jinên Şengalê hêza xwe ji têkoşînê digirin. Ev dibe sedem ku em hîn zêdetir kar û xebatê ji bo Şengalê bikin. Dijmin gefan li me dixwe ji me re ne xem e em ê jî li dijî wan karê xwe bi hêztir bikin. Em ê hîn zêdetir jinan li dora xwe kom bikin. Em silavên xwe ji Rêber Apo re dişînin. Ji ber em bi saya wî hatine vê astê û bi îzna tawûsê melek em ê hîn jî mezintir û bi hêztir bibin. Em silavên xwe ji gerîlayên xwe re jî dişînin em serkeftina wan ya Garê pîroz dikin. Heman serkeftinê em ê bi jinên Şengalê li Şengalê jî bikin diyarî.”

Di derbarê civînê de Endama Tevgera Azadiya Jinên Şengalê Niam Ilyas jî bi van gotina qala girîngiya xebatên xwe kiriye: “Em weke jinên Şengalê ji bo zarokên xwe ji bo ax û welatê xwe tekoşînê dikin. Em hêz û taqeta xwe ji Rêberê xwe digirin. Em ê weke jinên Şengalê heya dawiyê tekoşîna xwe ya mafdar bidomînin. Wê bi hêza jinê Şengal azad bibe”

ÇAVKANÎ: JİNNEWS

Show More
Back to top button