Asayîşa Êzidxanê: Balafirên Tirk welatiyên Şengalê hedef digire
Asayîşa Êzidxanê bi daxuyaniyekî eşkere kir, êrişên hewayî yên dewleta Tirk ên ji şevê din ve li dijî Şengalê destpêkirine dewam dikin û eşkere kir ku di van êrişan de malên sivîlan ên ji pêkhateya Ereb û Êzidî bûne hedef.
Balafirên dewleta Tirk a dagirker ji şevê din ve li dijî Başûr, Şengal û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest bi êrişên dijwar kiriye. Di van êrişan de bi taybet welatiyên sivîl, çavkaniyên jiyanê û binesazî têne hedef girtin.
Duh şev li dijî gundê Barê ya Şengalê û komelgeha Digûrê êriş pêkhatin. Di êrişa şevê din de jinek birîndar bûbû. Îro jî êriş dewam kirin.
Têkildarî êrişên dewam dikin û êrişên şevê din hatîn pêkanîn, Fermandariya Giştî ya Asayîşa Êzidxanê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate gotin, li Barê mala welatiyên Ereb û li Digûrê jî welatiyên Êzidî hatine hedef girtin.
Berfirehiya daxuyaniya Asayîşê wiha ye:
“Balafirên biçek û bêmirov ên dewleta Tirk a dagirker şevê din ji saet 23.00’an ve pêleke nû ya êrişan li dijî herêmên me dane destpêkirin, îro jî ev êriş li herêma Barê ya Şengalê dewam dikin.
Di encama êrişa duh şev ya Digûrê de jina bi navê Enstar Xwedêda Elî Mirad birîndarbûbû û jineke medenî bû. Li Barê jî li hewşa welatiyeke Ereb jî dabûn û her ku me agahiyên nû komkirin û piştrast kir, emê bi raya giştî re parve bikin.
Di van êrişan de hem malên welatiyan hem binesaziyên herêmê hatine hedef girtin û raste rast sivîl bûne armanc.
Divê gelê me guh nede her agahiyek li ser medyayên dijital têne belavkirin û emê têkildarî êrişên dijî herêmên me çêdibin, gelê xwe agahdar bikin.
Dewleta Tirk çawa li Rojavayê Kurdistanê sivîlan û binesazî hedef digire, li Şengalê jî bi heman şêweyî hedef digire û sûcê şer dike.
Wêne û dîmenên ku me li cihê bûyerê kişandine ev sûcê şer yên dewleta Tirk îspat dike û weke belge jî berhev dikin.”