‘Li Îranê di 6 mehan de 78 jin hatin kuştin’

Ajansa Nûçeyan a Çalakvanên Mafên Mirovan a Îranê (HERANA) ragihand ku di şeş mehên ewil yên sala 2024’an de, li Îranê 78 jin hatine kuştin.

Li gorî nûçeyek Ajansa Nûçeyan a Çalakvanên Mafên Mirovan a Îranê (HERANA), li Îranê di nava 6 mehên destpêkê yên sala 2024’an de, 78 jin ji aliyê malbatên xwe ve, bi sedemên cûda hatine kuştin.

Hate gotin tenê di meha Tebaxê de 21 jin hatine kuştin.

Çavkaniyê ragihand ku piraniya jinan, ji ber sedemên malbatî yan jî bi hêceta şerefê hatine kuştin.

Show More
Back to top button