BI RIZGARKIRINA REQA JI ÇETEYÊN DAIŞ RE, JINAN MAFÊ XWE BIDEST XIST
Piştî rizgarkirina bajarê Reqa ji çeteyên daiş êdî meclis û komînên bajêr hatin avakirin, xelkên bajêr bi beşdariya jinan dest birêxistinkirina civakê û jinûve avakirina bajarê xwe kirin.
Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) di 20ˈê Cotmeha 2017ˈan de rizgarkirina bajarê Reqayê ji çeteyên DAIŞˈê ragihand. Piştî wê yekser xebatên jinûveavakirinê dest pê kir.
Her çendî ku niha pêşketineke berbiçav li reqa tê dîtin û saziyên taybet bi jinan tên dîtin, ew jî ji encama rêxistinkirina civakê ye.
ji rêveberên kombûna jinên zenûbiya Newal El Mehmûd behsa bê çareya jinan di serdema daiş û stemkariya li dijî wan dihat kirin vedibêje.
Newal El Mehmûd di beşeke din a axavtinên xwe de behsa rola jinan û pêşketina wan ya piştî rizgarkirina bajêr ji çeteyên daiş dike.
Piştî 7 salan ji rizgarkirinê êdî tevahî saziyên xizmetê hatin çaksazkirin û bajar jinûve hate avakirin, êdî bajarê reqa ku mezintirîn bajare li herêma bakur û rojhilatê sûriyê, weke bajarê herî xweş tê naskirin.