‘Divê tu Êzidiyek deng nede PDK’ê’

Endamê Meclisa Gel a Dîgurê Xêrî Casim li ser serdana Nêçîrvan Barzanî ya Enqereyê got: “PDK ku bi salaya li ser desthilat e, ne ji ber demokrat û welatparêze serdikeve, bi xiyanetê dibe desthilat. Heya niha ji derveyî zerer tu sûdekê wan ji bo Êzidiyan çênebûye. Divê tu kes xiyanetê li xwe, li ax û şehîdên xwe neke û deng nede PDK’ê.”

Serdana Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî yê PDK’yî ya ji nişka ve bo Enqereyê rastî nerazîbûnên civaka Êzidî û gelê Kurd hat. Serdan weke, lewazketina PDK’ê ya di hilbijartinê de û hawara xwe gihandina dewleta Tirk tê şîrovekirin. Endamê Meclisa Gel a Dîgurê Xêrî Casim têkildarî mijarê û xiyaneta PDK’ê ya li civaka Kurd û Êzidiyan ji ajansa me re axivî.

Endamê Meclisa Gel a Dîgurê Xêrî Casim wiha axivî: “J dema rûxîna rejîma Sedam ve PDK li herêmê desthilate, lê heya niha jî faydeyeke wê li tu kesî nebûye. Tişta herî mezin a ji Êzidiyan re û ji Şengalê re kir, xiyaneta 3’yê Tebaxê û firotina xelkê vir bû. Emê vê rojê çawa jibîr bikin? Di rastiyê de yê ferman çêkir ne DAIŞ, PDK bû. Lê  para me jî di vêya de hebû. Tevî ku em dizanîn PDK wisa ye jî, lê me timî li vir piştgiriya wê dikir. Me zilma PDK’ê dît, lê nabe îro ez vêya jibîr bikim û dîsa biçim piştgiriyê bidim PDK’ê. Tenê di dema hilbijartinan de Êzidî tên bîra PDK’ê! Ji bo deng bigire, gotinên herî xweş bo Êzidiyan dike. Tenê wextê dengdanê tu Êzidiyan nas dikî? QSD keç û xortên me rizgar dike, dibin mektebeke Herêma Kurdistanê û dibêjin, me bi ev qas defter (pere) rizgarkiriye.”

‘PDK ne bi dengên xwe qezenc dike’

Xêrî Casim da zanîn di hilbijartinên borî de jî PDK ne bi dengê xwe qezenc kiriye û wiha got: “Bi salane em dizanîn PDK ne bi dengê xwe qezenc dike. Bi zext û ferzkirinên xwe li ser desthilatê dimîne. Her wiha eger ne dijmin pal piştê wî be ewê nekare bi hêza xwe ya esasî li ser desthilatê bimîne. Nêçîrvan Barzanî çû Tirkiye ji bo piştgiriya wan ji bo hilbijartinê bigire. Jixwe beriya hilbijartinê gelek herêmên Başûr firotiye Tirkiyeyê. PDK ne ji ber partiyeke demokrat û welatparêze serdikeve, bi xiyanetê xwe serdixe. Divê herkes dest deyne ser wijdana xwe, di hilbijartinê de xiyanetê li xwe, ax û şehîdên xwe nekin. Deng dayîna PDK’ê cerîmeyeke herî mezine.”

Show More
Back to top button