Meşa Êzidî û Erebên Şengalê ya li dijî komployên 9’ê Cotmehê destpê kir
Li Şengalê meşa girseyî ya li dijî komploya navnetewî ya dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û peymana 9’ê Cotmehê ya dijî destkeftiyên civaka Êzidî destpêkir. Di meşê de hêrseke mezin li dijî komplo û peymanê heye.
Bi pêşengiya Rêveberiya Xweser a Şengalê û Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) îro li Şengalê li dijî komploya navnetewî ya dijî Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan û peymana 9’ê Cotmehê ya li dijî destkeftiyên civaka Êzidî destpêkir.
Çalakiya navendî ya bi hemû pêkhate û sazî û dezgehên Şengalê li Mekteba Zarîfe Osê (Mekteba Sor) bi dirûşmeya, ‘Komployên 9’ê Cotmehê kuştin, ferman û hilweşandin’ destpê kir, wê heya navenda Asayîşa Êzidxanê ya bajêr dewam bike.
Di meşê de bisedan posterên Rêber Apo, pankartên li dijî peymana 9’ê Cotmehê û komployê hatine hildan.
Tevlîbûna jin û ciwanan a ji meşê re ku balê dikişîne, bê navber dirûşmên, ‘Bê Serok Jiyan nabe’ diqirîn. Hêrseke mezin li beramber komploya dijî Rêber Apo û peymana 9’ê Cotmehê ya dijî Şengalê heye.
Girseya gel wê li vir daxuyaniya çapemeniyê ya derbarê peyman û komploya 9’ê Cotmehê de bidin.