Bi wêneyan encamên hemleya Hêzên Ewlekariya Hindirîn

Ajansa ANHA’yê hûrgiliyên hemleya ewlehiyê ku Hêzên Ewlekariya Hindirîn berbanga îro li başûrê Hesekê daye destpêkirin şopandin.

Hêzên Ewlekariya Hindirîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê îro li başûrê Hesekê, li bajarên Şedad, Erîşa û gundên wê yên kantona Cizîrê hemleyeke ewlehiyê da destpêkirin.

Li gorî agahiyên nûçegihanê ANHA’yê ji herêmê dane, di hemleyê de 54 kesên bi tawanên pêkanîna sûcan hatin girtin, her wiha li gel wan mîqdarek çekan hatin desteserkirin.

Nûçegihanê ANHA’yê bi wêneyan hûrgiliyên hemleyê û encamên heta niha hatine bidestxistin şopandin.

Di wêneyan de gelek kesên tawan kirine û çekên curbecur ji klaşînkov, dabance, bome û cebilxane diyar dibe.

Show More
Back to top button