Konê Çalakiyê bi peyamên xurtkirina li dijî Komployên 9’ê Cotmehê bi dawî bû
Konê çalakiyê ya li dijî komplo û peymana 9’ê Cotmehê li Baxçê Serokatî ya Geliyê Kersê hatibû vedan, îro bi serdan û daxuyaniyeke girseyî bi dawî bû. Di daxuyaniyê de hate gotin, berxwedana Rêber Apo û gel nehiştiye komploger bigihijin hedefa xwe û wiha hate gotin: “Eger em berxwedana li dijî komploger û dijminan mezin bikin, êmê bikarin bigihijin azadiya Rêber Apo û azadiya xwe.”

Konê Çalakiyê ya bi pêşengiya Rêveberiya Xweser a Şengalê û Tevgera Azadiya Jinên Êzidî li Baxçê Serokatî ya Geliyê Kersê hatibû vedan, di roja sêyemîn de bi serdana sazî û meclîsên Qibletê û daxuyaniyeke girseyî bi dawî bû.
Di nava sê rojan de gelek sazî û meclîsên Şengalê serdana çalakiya bi dirûşmeya, ‘Komployên 9’ê Cotmehê kuştin, ferman û hilweşandin e’ kirin û peyamên girîng hatin dayîn.
‘Berxwedana Rêber Apo û gel nehişt komplo bigihije armanca xwe’
Hevserokê MXDŞ’ê Nayîf Şemo diyar kir komplo 1998’an de li dijî Rêber Apo, 2019’an li dijî Girê Spî û Serêkaniyê û di sala 2020’an de jî li dijî Şengalê komplo û peyman îmzekirine û gotin: “Peymana 9’ê Cotmehê bi erêkirina Emerîka li dijî Şengalê û Êzidiyan hate erêkirin. Armanca ji vê peymanê jî Şengalê careke din xistin bin destê pêşmergeyên PDK’ê û dewleta Iraqê de. Dixwestin bi vî awayî fermana 2014’an pêk bînin. Herçend her sê komplo zirerên mezin dabin gelê me jî, lê brxwedana Rêber Apo û gelê me nehişt komplo bigihijin armanca xwe. Ev jî dide nîşan eger berxwedana me ya li dijî komployan mezin bibe, emê bikarin komployan bi temamî têk bibin, bigihijin azadiya fizîkî ya Rêber Apo û mafên xwe.”
‘Eger êriş ser Iraqê çêbibe wê dîsa Êzidiyan neparêze’
Nayîf Şemo diyar kir niha jî Iraq dibin xetereyeke mezin de ye û ev xeteriya li ser Iraqê wê bandorê li Şengalê jî bike û wiha axivî: “Berê Iraq jî Êzidiyan di nava lepên DAIŞ’ê de hişt. Dibe her kêlî Îsraîl û Emerîka êrişê komên mîna Heşdî Şebî û gelek komên din ên ser bi Iraqê bikin. Çawa Iraq 2014’an nekarî me bi parêze, wê niha jî nekare Êzidiyan biparêze.”
‘Me ders derxist, em êdî parastina xwe naspêrin ti kesî’
Nayîf Şemo dazanîn ew parastina xwe naspêrin ti kesî û got: ‘Jixwe em parastina xwe naspêrin ti kesî. Me ji dîrokê ders derxistiye. Yê nekare xwe biparêze wê tikes nekare wê biparêze. Jixwe girtina PADÊ di salvegera fermanê de dide nîşan ne peyman ne jî komplo bi temamî têk neçûne. Em ancax dikarin bi fikrê netewa demokratîk hem komployan vala derbixin û hem jî hêviya yekîtî û tifaqa gelan ava bikin, xwe û welatê xwe jî biparêzin.’