Li Şengalê nîqaşên Jineolojiyê: Jin nebe jiyan jî nabe!
Akademiya Jineolojiyê bi rasthatina qetilkirina Rojnemevan û Endama Akademiya Jineolojiyê Nagîhan Akarsel duh dest bi kar û xebatên xwe kir. Di vê çarçoveyê de rêze semîner tên dayîn. Jinên Êzidî eleqeyeke mezin nîşana Jineolojiyê didin û zanista jin nêzî felsefeya Êzdayetiyê dibînin.
Îro li gundê Borik yê girêdayî navçeya Sinûnê Akademiya Jineolojiyê semînerek li ser jineolojiyê da. Di semînerê de endamên meclisa jin û jinên ciwan amade bûn. Tevî ku zanista jin weke cara yekemîne li Şengal tê dayîn, lê beşdarvanên semînerê bi elaqeyek germ nêz bûn û ev zanist perçeyek ji felsefeya jiyana xwe dîtin. Semîner bi nîqaş û nerînan dewam kir.
‘Jin nebe jiyan jî nabe’
Endama Meclisa Borik Welat Cano di semînerê de axivî û wiha anî ziman: “Jin 9 mehan zarokê di zikê xwe de ava dike. Piştî anîna wê jî wê mezin dike û xwedî dike. Zarok û mezin jî destpêka ku vedigere malê pirsa ku dike ka dayika min. Jin ronahiya malê ye, mala ku jin têde nebe ew mal nîne û vala ye. Ji mal, zarok, civak û mêr re jî jin hemû tişte. Jin nebe jiyan nîne. Fikirê jin bihêze, mêr çi biryarekê giring bixwaze bigre berê xwe dide jinê û jê dipirse gelo wisa be ne baştire. Biryara pir giran mêr nikare bê nerîna jin bigre. Ji ber ku jin dikare nerîna rast û riya rast bidin.”
‘Civaka me li gorî heyvê dijî’
Welat Cano di dewama nirxandina xwe de bal kişand ser sîstema Kapîtalîst û bandora wê ya li ser civakê û wiha got: “Di civaka me de piranî li gorî heyvê diçin. Mînak dema ku kesek dimire dibêjin serê heyvê ye divê em xêra wî derxin. Yan di 26’ê mehê de yan jî di 27’ê mehê de xêrê didin. Gunehe ku piştî 28’ê mehê xêrê bidin, ji ber ku êdî heyv derdikeve gunehe. Jin ducanî be li gorî heyvê hesab dike û dibêje evqas rojên min mane. Mixabin niha kaptalîzm ketiye nava civaka me de û li gorî cîhaz û teknîkan hesabê roja anîna zaroka xwe dikin, yan jî meyze dikin keçe kure û hwd. Mixabin sîstema kapîtalîst wiha kir ku civaka me ji rastiya xwe û tiştên xwe yên kevnar dûrkeve. Lê niha dîsa jin hewil didin ku li çanda xwe ya resen vegerin, ji ber ku tekane dermanê me çanda meye.”