Xelkê me cejna Xidir Nebî pîroz kir

Îro cejna Xidir Nebî hate pîroz kirin. Dûh cejna Xidir Îlyas bu, bi gotinek din cejna Bêxwînê bu

Xelkê me ji bo vê boneyê ne ajal şerjêkirin, ne nêçîri kirin ne jî rêwîtî de bûn. Li gora qeydên van cejnan divê tu ajal neyê şerjêkirin, xwîn neyê rijandin û divê li malê de bimînin. Piştî sê roj rojî hatîbûn girtin, ev yêk jî dûşem, sêjeş û çarşemê pêkhat. Dûh jî roja pêncşemê cejna Xidir Îlyas hate pîroz kirin. Îro jî Cejna Xidir Nebî bu.

Cejn îro bi dawî bu. Di van her du cejnan de jî xelkê me serdana miriyên xwe kirin, cejna hevdû pîroz kirin. Em jî cardin cejna xelkê xwe ji dil û can pîroz dikin û dibêjin em hêvîdikin ku her roja xelkê me di nav azadî, aramî û yêkîtiyê de derbas bibe.

Show More
Back to top button