‘Dê 9 welat û 8 rêxistinên navneteweyî çavdêriya hilbijartina Herêmê bikin’

Serokê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê ragihand ku dê bi awayekî pak û dirust hilbijartina Parlamentoya Herêma Kurdistanê were lidarxistin û got: “Wê 9 welat û 8 rêxistinên navneteweyî çavdêriya hilbijartinê bikin.”

Serokê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê Dadwer Omer Ehmed di daxuyaniya çapemeniyê de ragihand ku dê di hilbijartina Parlamentoya Herêma Kurdistanê de derfeta sextekariyê nebe û ti aliyek nikare sextekariyê bike.

Dadwer Omer Ehmed diyar kir ku bi dehan amêrên elektronîk yên pêşketî dê di dengdanê de bikarbînin û amêrên hilbijartinê dê saet 7 dest bi kar bikin û heta saet 18:00’an dê raweste.

Di dewamê de Omer Ehmed destnîşan kir ku 41 hezar xebatkarên komîsyonê dê beşdarî pêvajoyê bibin, hinek ji wan perwerde dîtine û hinek jî niha perwerdeyê dibînin da ku bi temamî amade bin.

Herî dawî Serokê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê Dadwer Omer Ehmed da zanîn ku wê 9 welat û 8 rêxistinên navneteweyî çavdêriya hilbijartinê bikin.

Hêjayî gotinêye ku biryare di 20’ê vê mehê de hilbijartina dema şeşem ya Parlamentoya Herêma Kurdistanê were lidarxistin. Propaganda û kampanyayên ji bo hilbijartinê destpêkirine û berdewamin.

Show More
Back to top button