Li Silêmaniyê merasîma çileya şehîdên Çapemeniya Azad hat lidarxistin

Li Silêmaniyê bi beşdariya gelek rojnamevan, çalakvan, malbat û hevrêyên şehîdan merasîma çileya şehadeta rojnamevanên Çapemeniya Azad Gulistan Tara û Hêro Behadîn li Şîrketa Çetir hat lidarxistin. Di merasîmê de soza şopandina têkoşîna wan hate dayîn.

Îro êvarê li nivîsîngeha Şîrketa Çetir (Chatr Company) merasîma çileya şehadeta rojnamevanên Çapemeniya Azad Gulistan Tara û Hêro Behadîn hat lidarxistin. Di merasîmê de di kesayeta her du şehîdên rojnamevan de hemû şehîdên Çapemeniya Azad hatin bibîranîn.

Merasîmê ji bo giyanê şehîdên Çapmeniya Azad û Şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştre ji aliyê hevrê û hempîşeya şehîdên rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Behadîn, Şoxan Mîrza ve peyama Jinên Çapemeniya Azad hate xwendin. Di peyamê de wiha hate gotin; “Gulistan Tara û Hêro Behadîn şehîdên rêya heqîqetê ne. Çapemaniya Azad dê xwedî li rê, doz û têkoşîn wan derbikeve. Dema ku li dijî vê têkoşînê êrişên hovane tên kirin, Gulistan Tara û Hêro Behadîn di dilê me hemûyan de şîn dibin. Em jin bi van her du şehîdên jin yên rojnamevan serbilindin, ji ber ku ew jinên resen yên vî welatî ne û qet nayên jibîrkirin.”

Di dewama peyamê de wiha hate gotin; “Hevala Hêro Behadîn bênavber xwe pêşdixist. Emê weke jin bîranîn û têkoşîna Hêro Behadîn her tim zindî bihêlîn û bidin jiyandin. Em weke jinên Çapemeniya Azad di dengê heqîqetê de israr dikin. Pêwîste yekîtiyeke jinan ya hevpar ji bo parastina jinên rojnamevan were damezrandin.”

Piştre peyama malbata şehîd Hêro Behadîn ji zarê dayika wê hate xwendin û tê de wiha hate gotin; “Ez ji Xwedê xwe daxwaz dikim ku heqê keça min bistîne û rejîma Tirkiyeyê ji holê were rakirin. Erdogan zarokeke Kurd û misilman şehîd kir.”

Peyama malbata şehîd Gulistan Tara jî bi rêya sînevîzyonê ji beşdaran re hate nîşandan. Her wisa dokûmantariyek li ser jiyan û têkoşîna şehîd Gulistan Tara û şehîd Hêro Behadîn bi rêya sînevîzyonê hate nîşandan.

Her wisa di merasîma çileya şehadeta rojnamevanên jin yên Çapemeniya Azad Gulistan Tara û Hêro Behadîn de peyama Sendîkaya Rojnamevanan ji aliyê Hana Şiwane ve hate dayîn û di peyamê de ev tişt hatin gotin; “Qetilkirina rojnamevanên jin, qetilkirina heqîqet û rastiyê ye. Sendîkaya Rojnamevanan bi berpirsyarane dengê xwe yê nerazî li dijî van neheqiyên mezin yên li dijî hemû rojnamevanan û bi taybet jî li dijî rojnamevanên jin bilind dike û digihîne hemû aliyan. Gulistan Tara û Hêro Behadîn du navin ku wê her tim di nav me de zindî bimînin.”

Rêveberê Navenda Metro (Metro Center) Diyarî Mihemed peyama navendê pêşker kir û wiha got; “Ev sûcên şerin ku dewleta Tirk a dagirker di van 30 salên borî de pêk tîne ku tê de bi sedan welatiyên sivîl hatine qetilkirin. Rewşa rojnamevanan di paşveçûnê de ye. Peyama min ji hêzên dagirker re ewe ku ew tu carî nikarîn vê têkoşînê têk bibin.”

Her wisa nivîskar û siyasetmedarê navdarê Kurd Mihemed Emîn Pênciwênî di merasîma bîranînê de axivî û gelek peyamên din ji aliyê rêkxistin, welatparêzan û rojnamevanan ve hatin pêşkeşkirin û tê de tekezî bi wê yekê hate kirin ku pêwîste li beramberî van êrişên hovane yên dewleta Tirk li ser gelê Kurd û bi taybet li dijî rojnamevanan êdî bêhelwest û bêdeng nemînin, ji ber ku rojnamevan dengê gelin û nabe ev dengê azad yê gel were qutkirin.”

Mamostayê olî Mela Nadir jî di merasîmê de axivî û got; “Divê em têbigihîn ku dijminên me destê xwe dirêjî zarokên me, bi taybet jî jinan û rojnamevanên me dikin ku evane li hemû cîhanê xwedî statuyeke xwe ya taybetin û têne parastin. Lê dijminên me destê xwe dirêjî kiryarên wisa dikin ku xwe îspat kirine ku dijminên ol, edeb û exlaqin. Dijminê çand, ziman û mirovê vî welatî ne. Lewra tu hincet ji bo kirina van êrişên li dijî gelê Kurd tune ne.”

Di dawiya merasîmê de hunermend Seyîd, Mihirdad Muşeşeî çend stranên ji beşdaran re pêşkeş kir.

Show More
Back to top button