Jinên Raperîn li dijî qalibên civakê, bi huner û jêhatinên xwe beşdarî festîvalan dibin
Jinên li sînorê îdareya Raperîn ku bi kêrhatin û berhemên xwe yên dest cihê xwe di nava festîvalan de cih digirin diyarkirn ku jin xwedî potansiyel û hêzeke mezinin û pêwîste jêhatinên xwe nîşan bidin.
Bi hatin peyîzê re, li gelek deverên Herêma Kurdistanê werza festîvalan jî destpêkiriye. Di nava festîvalan de herî zêde cihê jinê û rengîniya destê wê diyar dibe. Li dijî zihniyeta zilamsalar ya ku jinê lewaz û kêm dibîne û mehkumê koşeyek malê dibîne, jin bi hêz û têkoşîna xwe li qadê hêz û jêhatinên xwe nîşan didin. Herî zêde jî di hunerê de ku di xwezaya jinê bi xwe de heye, jin xwedî hêz û jêhatine û vê yekê jî di dabînkirina debara jiyana xwe de jî baş bikartînin.
Yek ji wan deverên ku dema festîvalan lê despêkirî, sînorê îdareya Raperîne. Jinên bajarokê Ranya ya ser bi îdareya Raperîn ku bi kêrhatin û berhemên xwe yên rengîn yên dest beşdarî festîvalan dibin, têkildarî mijarê ji ajansa me Rojnews’ê re axivîn.
Şehla Soran ku dibistana amadeyî dixwîne bi berhemên xwe beşdarî festîvalam dibe, wiha got: “Ez li gel dayîka xwe beşdarî festîvalan û çalakiyên din yên karên dest, şîranî û tiştên din dibim. Ez bi xwe karê xine û rendayîna dest û çavên zarokan dikim. Ez dixwazim hem li ser karê xwe hem jî li ser xwendina xwe bisekinim. Ez dixwazim bibim hêzek ji bo jin û ciwanên ku mîna min xwendekarin yan jî wek dayîka min jinên malê ne ku bê guman hemû xwedî wê potansiyelêne ku dikarin bixebitin û beşdarî çalakiyan bibin. Ev yek hem ji bo dabînkirina debara jiyana xwe, hem jî ji bo tenduristî û derûniya wan baştire.”
Şehla di dawiyê de destnîşan kir ku aqlê jinê li malê ji ber hebûna erkên dayîktiyê, erkên malê û hevjîniyê rastî pirsgirêkan tên, lê ger hewl bide derkeve derve û karek bike, wê zihna wê baştir bibe. Şehla Soran got: “Jin di gelek karan de ji mêran bihêztirin û xwediyê ramanên xweşin. Ji bo wê bila potansiyela xwe nîşan bidin.”
Her wiha Şîlan Elî jî ku jinek din a xwedî hêz û kêrhatine wiha axivî: “Ev 5 salin ez bi berdewam beşdarî festîval û çalakiyên li sînorê Raperîn dibim. Her wiha em komek jin gelek caran ji bo berhemên xwe bazarên heftane divekin. Bi vî awayî em hem dikarin debara xwe dabîn bikin, hem jî bi cîhana derve re entegre bibin.”
Şîlan Elî bang li jinan kir û wiha pê de çû: “Ez bang li jinan dikim ku derkevin derve û karên xwe bi xwe bikin. Niha teknolojî pêşketiye û dikarin bi vê rêyê karên xwe pêş bixin û berhemên xwe nîşan bidin.”