Li Iraqê liv û tevgera hêzên Emerîkî

Piştî êrişên Îsraîlê yên li ser baregehên Hizbulaha Lubnanê, hêzên Emerîka yên li Iraqê ketin nava liv û tevgerê.

Duh bi şev artêşa Îsraîlê dijî başûrê Lubnanê êrişek dijwar pêkanî, tê gotin armanca êrişa Îsraîlê kuştina sekreterê giştî yê Hizbullaha Lubnanê Hesen Nasrulla bû.

Li gorî medya Îsraîlê, duh bi şev navendên Hizbulaha Lubnanê hatine bombebaran kirin.

Piştî vê êrişê, tê gotin li Iraqê jî hêzên Emerîka ketine nava liv û tevgerê. Li gorî medya Iraqê bi taybet hêzên Emerîka li baregeha Eyn Esed ketine nava liv û tevgerê.

Li gorî ajansên cîhanî jî, li hêzên Emerîka li tevahî Rojhilata Navîn ketine nava liv û tevgerê û di nava amdekariyan dene.

Tê gotin sedema liv û tevgera hêzên Emerîkî, egera êrişa hêzên çekdar yên Iraqê yên nêzî Îranê ye.

Hêjayî gotinê ye di nava çend rojên borî de Meqawmey Îslamî ya Iraqê, bi dironan êrişî Îsraîlê kiribûn.

Show More
Back to top button