‘Iraq li gel Îsraîlê di nav şerekî nerasterast de ye’
Pisporê karûbarên siyasî Elî Cewad diyarkir ku Iraq li gel Îsraîlê di nava şerekî nerasterast de ye û got: “Wê Iraq ji pêşhatên ku li Lubnanê rû didin bê par nemîne, ji berku Iraqê hertim li dijî Îsraîlê piştgiriya welatên Ereb dike.”
Pisporê karûbarên siyasî Elî Cewad têkildarî egera berfirehbûna şerê li Rojhilata Navîn û êrişên Îsraîl yên li ser Iraqê ji ajansa me re axivî.
Elî Cewad da zanîn tiştek gelek asayiye ku bandora şerê Îsraîl û Lubnanê li ser Iraqê hebe û got: “Ji berku Iraq hertim li dijî Îsraîlê helwestek ya wê ya erênî li gel welatên Erebî de heye.”
Di dewamê de Elî Cewad eşkere kir ku Iraq bi rêya hin komên çekdar li gel Îsraîlê di nava şerekî nerasterast de ye û got: “Komên çekdar yên Iraqê êrişê Israîlê dikin. Ev jî wê bibe sedem ku di dema pêş de Israîl êrişê van komên çekdar ên Iraqê bike.”
(kş)