Hilêl û periya Qûba Êzî bi tilîliyên jinan hate siwarkirin

Hilêl û periya Qûba Êzî di roja duyemîn ya cimayiyê de bi tilîlî û coşeke mezin hate siwarkirin. Piştî siwarkirina hilêl li ber qûbê govend hate gerandin.

Vê hefteyê cimayiyên Qûbên Pîr Hesin Mama û Qûba Êzî hatin pîrozkirin. Her hefte pêncşem û înê cimayiyên hinek qûbane. Îro jî li herdu qûban cimayî bi coşeke mezin hate pîrozkirin.

Cimayiya Qûba Êzî ya dikeve gundê Tênef ya ser bi komelgeha Borikê û nêzî mezargeha Şerfedîn, bi coşeke mezin hate pîrozkirin.

Zarok, jin, ciwan û oldarên Êzidî bi cil û bergên xwe yên gêlerî û motîfên xwe yên olî, serdana Qûba Êzî kirin. Duh xêr hate bexşîn û qûb hate nûkirin, îro li ber tilîliyên jin û ciwanan hilêl û perî hate siwarkirin.

Piştî siwarkirina hilêl û periyê xelk govend gerand û kêfxweşiya xwe bihevre parvekirin.

Hêjayî gotinêye ku îro li qûba Pîr Hesin Mama jî hilêl û perî hatin siwarkirin û govend hate gerandin.

Show More
Back to top button