Rojnamevanê hate şehîdxistin kî ye û ji malbateke çawa ye?

Mirad Mîrza Îbrahîm jî weke her zarokek Êzidî di nava zor û zehmetiyan de mezin dibe. Ji civakeke tim rûbirûyê fermanên Osmaniyan, zilma Sedam, DAIŞ û xiyaneta PDK’ê hatiye. Ji dîrokê heya niha Osmanî ferman li pey fermanan li ser civaka Êzidî de aniye. Di dema rejîma Bees ya Sedam de ji çiyayên Şengalê bi zorê tên daxistin û di komelgehan de tên bicîhkirin. Malbata Mirad Mîrza ji Komelgeha Girzerik ya ser bi navenda Şengalê ye. Ne tenê ji Êzidiyan, ji Ereban jî pêkdihat.

Girzerik di dema fermana 3’yê Tebaxê ya 2024’an de weke warê berxwedana dijî çeteyên DAIŞ’ê tê naskirin. Girzêrikî bi berxwedana xwe ya li dijî hovîtiya DAIŞ’ê tê naskirin û pesinandin. Dema ferman 8’ê Tebaxa 2014’an çêdibe, Girzerik jî weke hemû cihên din yên Şengalê qaşo ji aliyê PDK’ê ve tê parastin. Lê PDK çawa li cihên din civaka Êzidî terk kir, xelkê Girzerikê jî terk dike û gel rûbirûyê hovîtiya DAIŞ’ê dihêle. Lê gel ji bo teslîm nebe li nava Girzerikê de barîqat û xendekan çêdikin û li berxwe didin. Ji ber wê vêya ye weke warê berxwedanê tê zanîn. Ciwanên Girzerikê li ber xwe didin, malbatên wan jî ji aliyê gund û komelgehên nêz ve tên tahliyekirin û ji wir tên dûrxistin. Birayê Mirad yê mezin yê 35 salî ku zewicîbû bavê 4 zarokan bû, li Girzerikê şer dike, ji bo malbata wî nekeve destê DAIŞ’ê. Ji wê demê ve aqûbeta Mahîr nayê zanîn. Dayika wî 10 sale, çavê wî li agahiyeke xweş a kurê wî ye û xwe amade dikir, di salvegera fermanê de li aqûbeta wî bipirse û agahiyeke zelal derbarê aqûbeta wî de bigire.

Xwîşkeke Mirad a zewicî û zarokên wî hebû di dema fermanê de tevî zarokên xwe dema dixwestin xwe xilas bikin, dikeve destê DAIŞ’ê. Destpêkê dibin Sûriyeyê, paşê careke din dema tînin Telaferê piştî 9 mehan, tevî zarokên xwe ji nava destê DAIŞ’ê direve û xilas dibe.

Malbat jî destpêkê direve xwe didin Xankê ya Dihokê, ji wir diçin Kampa Şarya. Lê ji bo careke din vegerin ser cih û warê xwe, li gorî agahiyên birayê wî yê biçûk, di derdora 2016’an de careke din vedigerin Şengalê.

Mala şehîd Mirad ji ber ji aliyê DAIŞ’ê ve tê teqandin û eger gotin di cih de be, kevir ser kevir nayê hiştin. Malbat jî mîna hemû şêniyên Girzerikê xwe li navenda bajêr girtine û li benda jinûve avakirinê ne. Lê heya niha jî Girzerik ne hatiye avakirin.

Şehîd Mirad yê 27 salî, zewiciye û bavê 3 zarokên bi navê Nadya, Ramûsan û Bîrhat’e. Di heman demê de li zarokên sêwî yên birayê xwe yê winda Mahîr, xwîşk û birayên xwe yên biçûk û dayê jî dinêre.

Mirad Mîrza yê li malbata xwe dinêrî, vê biharê serî li ragihandina azad a Şengalê da û tevlî xebatên Çira FM’ê bû. Hîn di ragihandinê de nûbû û fêrî xebatê dibû, rastî êrişeke wisa bêbext hat.

Bixwe xwedî kesayeteke dilnizim, pak û kedkar bû. Ji bo di vê xebatê de pêşbikeve, bê hesab dixebitî û dixwest ji bo êdî fermanên din nemîne bixebite.

8’ê Tîrmehê ji bo 10’emîn salvegera fermanê xebatên taybet bimeşînin tevî du hevalên xwe serdana Tilqesebê dike. Di vegerê de rûbirûyê êrişeke bêbext a dewleta Tirk ya bi hevkariya PDK’ê tê.

PDK û berdevkê wan yê li herêmê Heyder Şeşo ku Êzidî ji wan re dibêje, ‘Dijminê kokê’ xwestin li ser sûcê dewleta Tirk bigirin û agahiyên derew belav kirin. Lê derewa wan di destê wan de teqiya û derket ku nûçegihana Çira TV Medya Hesen Kemal, Mirad Mîrza û Xelef Xidir xelkê Şengalê ne û Êzidîne.

Piştî têkoşîna jiyanê ya 4 rojan hevalê Mirad ku birîna wî giran bû û rakiribûn nexweşxaneya Mûsilê di dema emeliyatê de şehîd bû.

Malbat û hevalên Mirad yên kar û ragihandina Şengalê bihêrsin û daxwazê ji Iraqê, ji rêxistinên navnetewî yên rojnamevanan dikin, hesab ji dewleta Tirk û hevalbendên wan bixwazin. Lê Iraq ku rê dide balafirên Tirk qada wî ya hewayî bikarbîne, ji van êrişan re bêdenge. Êriş çawa pêkhat polîsên federal yên Iraqê dest danîn ser kelûpelên ragihandinê, ji bo di seyareyê de xuya neke, ya rojnamevanane. Ew jî dizanin di nava seyareyê de kompûter, kamera û kelûpelên rojnamevanan hebûn. Piştî hewldanên Rêveberiya Xweser û Asayîşa Êzidxanê malzemeyên çapemeniyê ji wan hatin standin.

Dewleta Tirk xwest bi vê êrişê pêşî li rastiyê bigire, ragihandina azad bitirsîne û karên wê qels bike, lê berovajiyê wê hemû ragihandkarên Êzidî li dijî êrişa li ser hempişeyên xwe, televizyon û radyoya Êzidiyan bûn yek deng û yek helwest.

Show More
Back to top button