Ev du rojin şewata mezin ya li bajarokê Axceler nehatiye kontrolkirin
Ev du rojin şewata mezin ku çend gundên bajarokê Axceler yê navçeya Çemçemal bixwe girtiye didome. Şewatê ziyaneke mezin gihand jîngeha deverê û heta amadekirina vê nûçeyê jî şewat nehatiye kontrolkirin.
Li bejahiya çend gundên bajarokê Axcelerî yê girêdayî navçeya Çemcemal ev du rojin şewateke mezin derketiye û ziyaneke mezin gihandiye jîngeha deverê.
Serokê Şaredariya Axcelerê Amanc Cewher ji ajansa me re ragihand ku şewata ku derketiye ev du roj û şeveke didome û got; “Şewat li gundên Kanî Bogena, Bilûken, Gerger, Gewredê, Kanî Bî û Qoçelerî derketiye. Polîsek ji ber dûkêla şewatê bêhna wî teng bû û rakirina nexweşxaneyê. Herwiha bûye sedema tunebûna bi sed hezaran darên kevnar yên berûyan û ziyaneke mezin gihandiye jîngeha deverê.”
Amanc Cehwer diyar kir ku niha jî sînorê 6 gundên girêdayî navçeyê dişewite, lewat ji kontrolê derketiye û ekîbên agirkujiyê ji bo kontrolkirina şewatê dixebitin.
Li bajarokê Axceler ji serê îsal ve nêzî 15 şewat derketine. Li gor gotina Serokê Şaredariya Axcelerê şewata du rojên dawî ku hîn jî didome, şewata herî mezin a îsale.