Wezîrê PDK’yî yê Iraqê êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk rewa dike
Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fûad Husên ji bo rewakirina dagirkeriyên dewleta Tirk dibêje “Artêşa Tirkiye heta niha li nav xaka Iraqê êriş nekirine, tenê hinek liv û tevgerên leşkerî hene ku ew jî ji sala 1991’ê ve hene.”
Wezîrê Karên Derve yê Iraqê yê PDK’yî Fûad Husên di civîneke çapemeniyê ya bidawîbûna Lûtkeya NATO’yê de axivî û got; “Di dema birêveçûyîna lûtkeyê de çendîn gotûbêj û hevdîtin ligel hevpeymanên Iraqê, welatên cîran û bi taybetî li gel Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê pêk hatin.”
Wezîrê PDK’yî got ku hevdîtinên wan bi berdewamî bi aliyên Tirkiyeyê re hene û li Washingtonê bi Wezîrê Karên Derve yê dewleta Tirk a qirker Hakan Fîdan re jî hevdîtin kiriye.
Di 15’ê Tebaxê de Lîjneyeke Payebilind ya Iraqê bi serokatiya Fûad Husên û Lîjneyek Payebilind a dewleta Tirk a faşîst û qirker bi serokatiya Hakan Fîdan dê li ser êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk yên li ser Herêma Kurdistanê gotûbêj bikin. Lîjneyên her du aliyan lîjneyên ewlekarî û siyasî ne.