Cejna Bêxwînê hat pîrozkirin

Îro cejna Bêxwîn anjî em dikarin bejin Cejna Xidir Îlyas bu. Ev cejn girêdayî dema çandinî û destpêka biharê ye û mîrateyek çandî ya dîrokî ye

​​​​​​​الإيزيديون يحيون عيد خدر إلياس (بي خوين) الشهباء – YouTube

​​​​​​​الإيزيديون يحيون عيد خدر إلياس (بي خوين) حلب – YouTube

Xelkê me li her derê ku jiyan dike 3 rojan rojiyên xwe girtin û îro dest bi cejnê kirin.

Sibê jî cejna Xidir Nebî ye. Di vê cejnê de lawir nayên şerjêkirin û xwîn nayê rijandin. Ji ber wê yêkê Cejna Bêxwîn jêre tê gotin.

Li Rojavayê Kurdistanê jî bi boneya Cejna Bêxwînê li bajarê Heleb û Şehbayê şahiyek hate lidar xistin.

Anha ragihand ku xelkê me yê li bajarê Heleb û Şehbayê bi hatina Cejna Bêxwînê di bin pêşengtiya Yekîtiya Êzîdiyên bajarê Helebê şahiyek pêkanîn. Şahî li hola Elwan a taxa Şêx Meqsûd a bajarê Helebê pêkhatiye. Her wiha bi sedan xelkê me, endamên sazî û dezgehên civaka sivîl beşdarî şahiyê bûne. Her wiha hol bi wêneyên pakrewan Mam Zekî Şengalî û alê Yekîtiya Êzîdiyan hatiye xemilandin.

Şahî bi deqeyek rêzgirtin a ji bo bîranîna pakrewanan dest pê kiriye. Paşê ji Rêveberiya Mala Êzîdiyên bajarê Helebê Raniya Cefer axaftinek kiriye, cejn pîroz kiriye û pêde çuye; “Em di serî de Cejna Bêxwînê li tevahî Gelê Kurd û kurdên Êzîdî pîroz dikin. Ev cejin banga aştiyê dike û daxwaza me jî ew e ku di vê rojê de welatê me rizgar be û em di aramîyê de bijîn. Îro jî Kurdên Êzîdî bi Şoreşa Rojavayê Kurdistanê re cejna xwe pîroz dike.”

Piştî axaftinê zarokên me sirûdên olî xwendin. Her wiha koma stanê ya zarokên me jî stranên xwe pêşkêş kirin.  Şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.

Show More
Back to top button