Li dijî tîmeke rojnamevanên Çira TV û FM êriş: 2 jê rojnamevan 4 kes birîndar bûn
Li dijî seyareya tîmeke rojnamevanên Êzidî êrîş pêkhat. Li gorî agahiyan, şofêrê seyareyê li gel du peyamnêrên Çira TV û Çira FM’ê û welatiyek birîndar bûne. Ji birîndaran kesek rakirine nexweşxaneya Mûsilê û her du peyamnêr jî li Şengalê tên dermankirin.
Doh tîmeke ku ji peyamnêrên Çira TV û Çira FM’ê pêk dihat, dema ji bo girtina hevpeyvînên derbarê salvegera fermana 10’emîn de çûn Tilqesebê, di vegerê de rastî êrişê hatin.
Di encama êrişê de şofêrê ragihandinê li gel du peyamneran û welatiyek birîndar bûn. Ji birîndaran rewşa kesekî girane û rakirine nexweşxaneya Mûsilê. Birîndarên din jî li nexweşxaneyên Şengalê tên dermankirin.
Ji ber êrişa li dijî çapemeniya azad pêkhat, seyareyeke welatiyan ku rastî hat jî bandor bû.
Piştî bûyerê Hêzên Ewlekariyê yên Iraqê û Asayîşa Êzidxanê li cihê bûyerê dest bi lêkolînan kirin.
Li gorî agahiyên destpêkê îhtîmala êrişê zêdeye, lê heya niha jî nehatiye zelalkirin ka dewleta Tirk a dagirker ji hewayê ve lê xistiye, anjî mayîn di seyareyê de teqiyaye.
Şêwazê bûyerê hîn tê lêkolînkirin û zelal nebûye. Lê li gorî agahiyên ku me ji hinek şahidên bûyerê girtiye û peyamnêrê me daye, parçeyên teqînê li cihê seyareyê hatiye dîtin.
Asayîşa Êzidxanê piştî lêkolîna
li ser êrişê kir, ragihand ku êrişa li dijî tîma Çira TV û Çira FM’ê ya li navbera Tilqeseb û navenda Şengalê de ji aliyê balafireke bêmirov a dewleta Tirk ve hatiye hedef girtin û di encamê de nûçegihana Çira TV Medya Hesen Kemal û nûçegihanê Çira FM’ê Mirad Mîrza Birahîm û ajokar Xelef Xidir birîndar bûne.
Her wiha hate gotin ku di kêliya êrişê de wesayîtek din ku sê welatî tê de bûn û li nêzî wesayîta ragihanda azad ya Şengalê bû, di encama êrişê de birîndar bûne. Navê welatiyên ku di wesayîta li nêzî wesayîta ragihandina azad ya Şengalê birîndar bûne wiha ne; Ziyad Elyas Qasim, Mecîd Cemal Reşo û Zîlan Ziyad Elyas.
Hate ragihandin ku ev her sê welatiyên di wesayîta duyemîn de birîndar bûne ji heman malbatê ne, xelkê Şengalê ne û ji tebeqeya şêxin. Li gor agahiyên bidest ketine rewşa her sê birîndaran başe.