Li Şengalê xwendevanan karnameyên xwe wergirtin
Li Şengalê dibistanên zimanê Kurdî yên bi bi tîpên latînî perwerdeyê dibînin, ketin betlaneya salê û xwendevanên dibistana Şehîd Şengal yên li navenda Şengalê karnemeya xwe girtin û yekemînên refan jî xelat wergirtin.
Ji sala 2015’an ve 7 dibistanên Kurdî (Latînî) yên girêdayî Rêveberiya Xweser a Şengalê zimanê Kurdî bi tîpên latînî perwerdeyê didin zarokan. Li hinek dibistanan heya refa 12’an jî xwendin heye. Li hinek dibistanan heya refa 7 xwendin heye.
19’ê Gulanê merasîma bi dawî hatina werza perwerdeya zivistanê bi gotina sirûda ‘Êzidxan’ destpêkir. Piştre mamoste destpêkê karnameyên yekemînên 7 refên dibistana Şehîd Şengal li gel xelatê da xwendevanan. Paşê xwendevan bi kêfxweşiyeke mezin karnemeyên xwe girtin.
Mamostayê dibistana Şehîd Şengal Mahir Xwedêda diyar kir, dibistana wan heya refa 7 perwerde didin û da zanîn peywendiya dibistanên wan hem bi dibistanên Hikûmeta Herêmê re hem jî bi yên Iraqê re heye.
Mamoste Mahîr Xwedêda ji hemû malbatên Êzidî xwest zarokên xwe bişînin dibistanên zimanê dayîkê yên Kurdî.
Mamosta Sadûn Hecî jî diyar kir, dibistanên wan ji hemû zarokan re vekiriye û got: “Deriyê me ji zarokên ku ji kampan vegerin re jî vekiriye û em amadene bi kêfxweşî perwerdeya ziman bidin wan.”
Mamoste Sadûn diyar kir, 100 zarok li vê dibistana şehîd Şengal îsal perwerde dîtine û got: “Ji derveyî dibistana me 3 dibistanên me li milê Qibletê û 3 jî li Şemalê hene. Li her dibistanekî derdora 70-100 xwendevan ders dibînin. Em ji derveyî zimanê Kurdî perwerdeya zimanê Erebî jî didin.”